logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve
  2. Di Lîga Şampiyonan de maçên îro û yên sibê (Hat nûkirin)
  3. Barselonayê 4 gol avêtin Galatasaray
  4. Kayûm şandin ser Halk TV
  5. Ji bo 1000'î ma 19!
news-details

'Bêrû' li Moskovayê bi Xelata Mezin hat xelatkirin

Lîstika Teatra Jiyana Nû (TJN) ya bi navê "Bêrû" di Festîvala Şanoyê ya Moskovayê de wekî lîstika herî serketî hat hilbi

  • Dîrok: 09/06/2018
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil Oguz

Lîstika Teatra Jiyana Nû (TJN) ya bi navê "Bêrû" di Festîvala Şanoyê ya Moskovayê de wekî lîstika herî serketî hat hilbijartin û bi Xelata Sereke hat xelatkirin. Derhênerê Lîstikê Nazmi Karaman dibêje, "Divê em hê pir bixebitin û lîstikên xwe bibin qada navneteweyî."

Li Moskovaya Rusyayê "Festîvala Pêşbaziya Şanoya Navneteweyî" ji bo bîranîna S.M.Şêpkîn tê lidar xistin. Şêpkîn bingeha dibistana şanoya Rusyayê daniye. Festîval îsal 17'emîn car ji bo minasebeta 230'yemîn rojbûna Şêpkîn hat li darxistin. Ji qada navneteweyî gelek lîstikên şanoyê hatin vexwendin û ew lîstik li Moskovayê hatin pêşkêş kirin. Yek ji wan jî lîstika Dariyo Fo "Bêrû" bû ku lîstikvanên TJN'ê yên Navenda Çanda Mezopotamyayê derxistibûn ser dikê. Wergera lîstikê ji bo kurdî Dilawer Zeraq kiriye û derhêneriya wê jî Nazmi Karaman. Ma li ser vê serketinê bi Karaman re xeber da.

Endaman piştî temaşekirina hemû lîstikan biryar daye
Lîstika ku par yekem car li Stenbolê derket ser dikê û îsal ligel Stenbolê li Amed, Batman, Wan û hin cihên din jî hat lîstin ku yek ji wan jî beşdariya di vê festîvalê de bû. Niha em guh didin derhênerê lîstikê Nazmî Karaman: "7'ê avrêlê em li Moskovayê bûn, li salonek 400 kesî me lîst, salon hema bêje tije bû. 5 endamên juriyê hatibûn temaşekirin. Bêyî wergera ji bo rusî me lîst, werger li cem endamên curiyê bû ji bo wan werdigerand, lê paşê endamên juriyê ji me re got 'me ew qas jê hez kir û em ketin navê ku piştî demek me hewce bi wergerê nedît, me temaşe kir'. Ew bi heman awayî çûne li lîstikên din jî temaşe kirine û piştî nîqaşan herî zêde ya me ecibandine û xelat kirine."

Yekem car em li pêşjuriyek dilîzin
Karaman dibêje ku heta niha wan li pêşberî gelek temaşevanan ev lîstika xwe lîstine û van lê zêde dike: "Yekem car bû me li pêşberî juriyek dilîst. Wan got gelek ecibandine û ji me re got ku ew ne li benda tiştek wisa bûn, texmîn nedikirin dê rastî tiştek wisa bên."

Endamên juriyê ji beşên cuda pêk hatin
Serokatiya juriyê Nikolay Aleksiyeviç Sliçenko dikir ku ew lîstikvana neteweyî û xwedî xelata dewletê ye. Endamên juriyê jî ji lîstikvan Vlado Velev, rexnegirê şanoyê Vladimir Yakovlev, nivîskar Yevgeny Malinin, zanyarê şanoyê Leyla Tastanova, rejîsor û dratamor Şalîko Bêkes û rejîsorê sînemayê Vera Fedorçenko pêkdihat. Derhêner Karaman dibêje endamên juriyê gelek şaş bûne ku lîstikek wisa komedî ya 18 kesî bi 6 kesî, ji dêvla dekorek mezin bi dekorek wisa sade û wisa serketî derxistine ser dikê û ev yek got: "Li vir li gelek bajaran temaşevanan ji lîstikê hez kiribû, li qada navneteweyî de ecibandineke wisa bo me gelek baş bû. Me li derve yekem car dilîst. Ev yek ji bo şanoya kurdî jî ji bo me jî gelek baş bû. Ev nîşan dide ku şanoya kurdî çiqas li cihek baş e, rexnegiran jî ev yek nîşan da. Ev xelat ji bo lîstikên ji niha û pêde bêne lîstin jî muhîm e; vê nîşan dide, divê em zêdetir li ser lîstikên xwe bixebitin û zêdetir li derveyî Tirkiyeyê nîşan bidin."

KUNYE:
BÊRÛ
Tekst: Dario Fo
Derhêner: Nazmî Karaman
Werger: Dilawer Zeraq
Lîstikvan: Rûgeş Kirici, Omer Şahin, Sakîne Jîr, Cîhad Ekîncî
Du perde 

 

Parve Bike

Youtube Me

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 14 10 2026

Li Kerkûkê belgefîlmê 'Çawe' hate nîşandayîn

news
  • 08 10 2026

Xelata Nobelê ya Wêjeyê dan nivîskara ji Kanadayê Anne Carson

news
  • 06 10 2026

Ji festîvalên navdar fîlmên xelatgirt tên

news
  • 04 10 2026

Ji bo Fûara Pirtûkan roja dawî

news
  • 03 10 2026

‘Moraşîn’ bi kadroyeke mezin li ser dikê ye

news
  • 30 09 2026

Fîlmên Kurdî li New Yorkê ne

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Facebookê ji Trump re got tu kî yî?!

ad

Bila derbekar bêne darizandin

ad

Yeni Şafakê BDP wekî hedef nîşan da

ad

2023: Lîsteya kovarên bi kurdî ên îsal derketine

ad

Nivîskar Dilawer Zeraq emeliyet bû

ad

Festîvalan Fîlmên Karkeran dest pêkir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

  • 13 10 2026
news

Di Lîga Şampiyonan de maçên îro û yên sibê (Hat nûkirin)

  • 13 10 2026
news

Barselonayê 4 gol avêtin Galatasaray

  • 13 10 2026
news

Kayûm şandin ser Halk TV

  • 14 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname