Stenbol
Rojnameya alîgirê hikumetê Yeni Şafakê ji bo BDP'yiyan sernavê "Kujer Hûn in" bikar anîn, pêre jî wêneyên mebûsên BDP'ê weşand. Rojnameyê bi vî awayî BDP wekî hedef nîşan da.
Duh li Culemêrgê 12 leşker hatin kuştin. Êvarê jî balafirên şer ên tirk bi ser çiyayê Zap, Haftanîn, Qendîl û hin cihên din de bombe barandin. Îro jî rojnameya Yeni Şafakê ji bo kuştina 12 leşkeran ji BDP'ê re got "Kujer hûn in."
Li ser vê manşeta Yeni Şafakê BDP'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku ger rojname dixwazin rastiyê bibînin bila ji "patronên xwe yên rastîn" bipirsin, dê hîn bibin. Di daxuyaniya BDP'ê de wisa hate gotin: "Di vê şerê ku tenê zarokên feqîr ên Anadoliyê,yên kurd-tirk dimirin de BDP de gurkarê şer e, lê partiya ku dê aştiyê bîne BDP bi xwe ye. Bi vê marşetê re, piştî vê kêliyê li hemberî rêveberên partiya me, mebûsên me êrîşeke pêk bê dê berpirsê wê weşana AKP'ê Yeni Şafak û hikumeta AKP'ê bi xwe be. Li hemberî vê weşanê me pêvajoya hiqûqî daye dest pê kirin û em bala raya giştî dikişînin ku li hemberî nûçeyên wisa provakatîf haydar bin."