Diyarname
Çîrokên ku di 15 salan de di kovara Nûbiharê de hatin weşandin wekî "Antolojiya Çîrokên Kurdî" hatin weşandin.
Yek ji kovarên temendirêj a kurdî Nûbihar e. Nûbihar ku bi giştî sê mehan carekê derdikeve heta niha 104 hejmarên xwe gihîştin ber destê xwendevanan. Di her hejmara Nûbiharê de miheqeq çend çîrok jî têne weşandin. Niha beşeke ji van çîrokên 15 salan hatine berhevkirin û bi navê "Antolojîya Çîrokên Nûbiharê" hatin weşandin.
"Antolojîya Çîrokên Nûbiharê" ji aliyê Ayhan Geverî hatiye amadekirin. Çîrokên ku di antolojiyê de hatine bi cih kirin ji hejmara yekem a kovarê heta hejmara 99'an hatine girtin û bi giştî 34 çîrok hatine hilbijartin.
Ayhan Geverî di pêşgotina ku ji bo antolojiyê nivîsandiye de ji bilî hilbijartina çîrokan, pala maceraya çîroka kurdî jî dike, antolojîyên çîrokên kurdî ên heta niha hatine weşandin jî dinirxîne.
Di Antolojîya Çîrokên Nûbiharê de çîrokên 27 çîroknivîsan ên wekî Ali Karadeniz, Ayhan Meretowar, Ayhan Geverî, Azad Îbrahîm, Bavê Xecê, Bedran Ezeban, Berhîm Paşa, Berzan Kara, C. Amedî, Cankurd, Dilşad Mutî, E. Wellikî, Felat Dilgeş, Gulcan Şirnexî, Husein Muhammed, Mucteba Garsî, Musab Yaprak, Nûbar Asan, Rahmetullah Karakaya, Rahmetullah Karakaya, Ronî War, Roşan Lezgîn, Selman Dilovan, Sidîq Gorîcan, Silêman A., Zilkîf Xweşhêvî cih digirin.
Di antolojiyê de her ku çîroka nivîskarek pêşkêş kirine li ber jî kurtejiyana nivîskar pêşkêş kirine. Nayê zanîn çima lê di dawiya pirtûkê de cara duyem kurtejiyana nivîskaran wekî dubare hatiye pêşkêşkirin.