Diyarname
Festîvala Belgefîlman a Navneteweyî ya Îzmîrê roja 25'ê mehê dest pê dike û heta 28'ê mehê didome. 22 belgefîlm dê bêne nîşandayîn.
Visus, Bi’çare Film Kolektifi û komek sînemahez vê festîvalê li dar dixin. Îsal sala diduyan e. Di festîvala ku lijneya hilbijêr ji Ali Demirtaş, Aykan Ozener, Habip Yanç û Mehmet Unal pêk tê biryar daye dê xelatê jî bide belgefîlman. Di vê çarçoveyê de "Xelata Belgefîlmê Herî Serketî" dê bidin. Di warê belgefîlmê metrajdirêj de ji bo belgefîlmê wan "“Strangers To Peace” dê xelatê bidin derhênerê kolombiyayî Laura Bibibana Angel Rengifo û Noah David DeBonis. Di warê kurtebelgefîlm de jî ji bo belgefîlmê “Perpetual Search” xelatê dê bidin derhênerê nepalî Gopal Shivakoti. Di warê belgefîlmê ceribandinî de jî derhênerê ji Arjandînê Mauricio Brunetti bi belgefîlmê xwe “The Exıle Of The Sea” guncav hatiye dîtin. Xelatên hatine diyarkirin roja 27'ê mehê bi merasimek dê bêne belavkirin.
Di çarçoveya festîvalê de ji Tirkiyeyê û ji derveyî Tirkiyeyê 22 belgefîlm hene.
Belgefîlm li Navenda Çanda Fransiz a Îzmîrê bê pere têne nîşandayîn.
Ji bo bernameyê: