Diyarname
Sedem ev e: Hunermend Beytocan bi navê "Agir Ketiye Dilê Min" stranek çêkiribû û Îbrahîm Tatlises jî ew bi navê "Rinda Min" di albuma xwe ya bi navê "Aramam" de weşandibû. Beytocan bi gotina ew stran a wî ye li Tatlises doz vekiribû. Beytocan 38 hezar Tl daxwaz dikir. Piştî doza ku deh salan dom kir dadgehê Beytocan mafdar dît û 9 hezar û 515 TL cezayê pereyan li Tatlises birî.
Û di vê hefteya ku doz lê bi dawî bû de em jî strana Beytocan "Agir Ketiye Dilê Min" dikin Klîba Hefteyê û pêşkêşî we dikin.
Fermo: