Diyarname
Erê Meghan Markle lîstikvan bû lê heta niha zêde nedihat nasîn. Heta ku bû destgirtiya Prens Harry. Û niha, berî ku ew bizewicin jiyana wê bû belgefîlm.
Lîstikvana ji DYA'yê û destgirtiya Prens Harry Meghan Markle êdî li gelek welatan tê nasîn. Kanala Foksê niha jiyana vê prensesê wekî belgefîlmekî kişand. Belgefîlmê ji du saetan pêk tê dê 11'ê gulanê di kanalê de bê nîşandayîn.
Markle ji malbateke cihû tê û niha ew dê nifşê Monarşiya îngilîz biguherîne. Di belgefîlm de xwişka wê ya ji damarî Samantha, rojnameger û pêşkêşvan Piers Morgan, xizmetkarê Prenses Diana yê berê Paul Burrell, sekreterê çapemeniyê yê Qralîçe Elîzabeta Duyemîn yê berê Dickie Arbiter di belgefîlm de cih girtine.
Belgefîlm jiyana Markle ya ku li Başûrê Calîfornia dest pê kiriye û heta niha ku dê ligel Prens Harry bizewice hatiye pêşkêş dike. Ji sala 2016'an ve ew ligel hev in û di 19'ê gulana 2018'an de ew dê li Şatoya Windsorê bizewicin. Ji Beyonce heta Elton John, heta Serokdewletê berê yê DYA'yê Barack Obama li dor hezar 900 kesên navdar ji bo dawetê hatine vexwendin. Her du ciwan dê di St. Georges Chapel a li nava şatoyê mehra wan bê birîn û dest bi jiyaneke nû bikin.