DANA OMER/ SILÊMANÎ
Îro saet 11:00’ê li bajarê Silêmaniyê rêxistinên civaka sivîl û rojnamegeran bi armanca piştgiriya ji bo qenala NRT û nerazîbûna li dijî girtina weşana herêmî ya NRT daxuyaniyek çapemeniyê dan û ev êrîş wekî êrîşa dijî azadiya îfadê binav kirin û şermezar kirin.
Di daxuyaniya çapemeniyê de li ser navê rêxistinên civaka sivîl û rojnamegeran daxuyanî ji aliyê Rêzan Fayîq ve hat xwendin, wiha hat gotin; “Li ger ku rewşa Herêma Kurdistanê di rewşek hesas re derbas dibe, mafê giştî û xwe îfadekirinê jî sal bi sal ber bi paş de diçe. Niha jî ji ber proseyekî siyasî ya navxweyî, vê jî li gel xwe proseyekî cudabûna siyasî û mîdyayî çêkiriye. Em vê biryara astengkirina weşana navxweyî ya qenala NRT bi tundî şermezar dikin. Ev kar wê pirsgirêkên mezintir bi xwe re bîne û wekî aloziyekî siyasî em bi nav dikin.”
Piştre li ser navê Navenda Metro, Diyarî Mihemed peyamek pêşkêş kir û got; “Wekî Navenda Metro em vê biryarê wekî di xizmetkirina ji berjewendiyê yasayî yê desthilatê de dibinin. Ev ne biryarekî yasayî û rewa ye. Li tu cihek dinyayê jî tiştek wiha nehatiye dîtin.”
Piştre jî Rêveberê qenala NRT Awat Elî jî axivî û got; “Ji ber belavkirina reklama pêngava niha Nexêr, weşana navxweyî ya NRT ji bo hefteyek hat rawestandin. Ev reklamekî bazirganî ye û pêş wê reklamê jî me rekla Belê belav kiriye. Ger pêngava niha Nexêr, ne yasayî be, bila li dijî wan vê tiştê bikin, ne li gel me ev biryarekî ne yasayî û em şermezar dikin.”
Di 27’ê gelawêjê de Rêveberiya Ragihandin, Çap û Weşanê li Hewlêr nivîsek ji bo ofîsa Hewlêr a NRT şand û jê xwest ku reklama ji bo pêngava niha Nexêr rawestîne. Piştî rojekê ji ber qenala NRT ev reklam ranewestand, biryara rawestandina weşana navxweyî ya NRT ji bo hefteyekê hat dayîn. Her wiha hatiye diyarkirin ger ku li ser vê reklamê dewam bikin, wê dema girtina vê weşanê jî dirêjtir bikin.
**
Nûçeya eleqedar:
- Li Başûr weşana kanala NRT dan rawestandin