Diyarname
YOK'ê daxwaza Kurdolojiyê ya Zanîngeha Dîcleyê red kir. YOK'ê sedem wekî meseleya 'terorê' nîşan da.
Baroya Amedê digel saziyên sivîl ji bo daxwaze xwe ya vebûna Kurdolojiyê ya di bin Zanîngeha Dîcleyê de di 15'ê meha kewçêra 2008'an de serî li rektoriya zanîngehê dabû. Piştre Rektoriya Zanîngeha Dîcleyê serî li YOK'ê (Lijneya Bilind a Hîndekariyê) dabû û xwestibû ku destûr bidin ew kurdolojiyê di bin banê xwe de vekin.
Niha YOK'ê ev daxwaza Zanîngeha Dîcleyê red kir û sedem jî "Çalakiyên terorî yên li Amedê" nîşan da.
YOK'ê di heman demê de destûr da ku li Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê beşa "Li Tirkiyeyê Zimanên Dijîn" vebe.
Weki notek: Li her bajarê polîs û hêzên ewlehiyê li meseleyê terorî û asayîşî dinêrin. Bi vê biryara YOK'ê, digel ku ne karê wê ye jî YOK'ê êdî dest avêtiye vî karî.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Ne Kurdolojî, 'zimanên zindî' yanê çi?
- Dozgeran dest avêt Kurdolojiyê jî
- Ji bo li zanîngehê Enstîtuya Kurdolojiyê vebe gav hate avêtin