Diyarname
Şanoya Bajêr a Amedê piştî serdema havînê bi meha rezberê re dest bi serdema nû kir. Şanoyê bernameya xwe ya meha rezberê eşkere kir.
Bernameya meha rezberê dê roja 7'ê rezberê dest pê bike û heta 23'yê mehê bidome. Li gor bernameyê vê mehê 2 lîstikên wan dê derkevin ser dikê. Ji van lîstika Moieler "Dek û Dolabên Scapen" ji aliyê Ozcan Ateş ve hatiye amadekirin. Lîstik nû derdikeve ser dikê û di nav mehê de dê 7 caran bilîze.
Her wiha lîstika din jî bi navê "Hinek Henek" e ku Yavuz Akkuzu û Nazmi Karaman derhêneriya wê kirine.
Bername bi vî rengî ye:
- 7, 8, 9 rezber: Dek û Dolabên Scapen
- 10, 12, 15, 16 rezber: Hinek Henek
- 17, 18, 22, 23 rezber: Dek û Dolabên Scapen


