Diyarname
Fûtbol qadek balkêş e, dem heye lîstikvan dibiriqe, bi vê dikare here cihek baştir, lê di heman demê de dikare li wir têk here û ji qada gogê bi temamî dûr jî Ha tîmên lîgên mezin, ha yên jêrin, hûme di nav serdemeke wisa de ne. Amed Spor jî bi vî awayî. Serê salê Amed Sporê gelek lîstikvan transfer kirin û bi parolaya şampiyoniyê dest bi lîgê kir, lê li gor hesabê wan kar nemeşiya. Û niha di vê serdema ku li Tirkiyeyê navder dane lîgê ji Amed Sporê hin lîstikvan vediqetin û hin jî tên.
Di vê serdema ku 2017-2018 tê lîstin de tam 9 lîstikvan ji Amed Sporê veqetiyan. Ji van 7 lîstikvan îsal hatibûn transfer kirin, 2 jê ji par ve li nav tîmê bûn.
Lîstikvanên ku çûn
Di vê serdemê de ev lîstikvan veqetiyan: Erdî Bakirci (defans, ji Aydin sporê îsal transfer kiribûn), Selçuk Kaban (Navika sehayê, ji Meraşêîsal transfer kiribûn), Murat Yilmaz (forvet, par ji Ankaragucu transfer kiribûn), Tahir Babaoğlu (Forvet, îsal ji Aydin 1923 transfer kiribûn), Emin Yalın (navika sehayê, îsal ji Nîgde Belediye transfer kiribûn), Abdullah Topkara (Navika sehayê, îsal ji Menemen Belediyeyê transfer kiribûn), Efe Halil Ozarslan (Defans, îsal ji Boluyê transfer kiribûn) û Mazlum Demir (defans, îsal ji Menemen Belediye transfer kiribûn). Herî dawî jî Şahin Şafakoglu ji Amed Sporê veqetiya ku ew par hatibû transferkirin.
Lîstikvanên ku niha hatin
Beramberî lîstikvanên ku çûn Amed Sporê di vê navbera lîgê de hin lîstikvan jî transfer kirin. Vane ew transfer:
Muhammed Yilmaz (26 salî, forvet) ji Keçiorengucu heta dawiya salê kirê kirin.
Omer Karanci (25 salî, navika sehayê) ji bo sal û nîv peyman pêre hat girêdan.
Îbrahim Surgulu (24 salî, stoper) ji bo sal û nîv peyman pêre hat girêdan.
Teknîk dîrektor jî guherî bû
Her wiha Amed Sporê îsal teknîk dîrektor jî guhartibû. Teknîk Dîrektor Taner Taşkin îstîfa kiribû û klûbê ligel teknîk dîrektor Ahmet Akcan li hev kiribû.
Karbeşî hat kirin
Di vê navberê de piştî Kongreya Awarte û hilbijartina rêveberiyê, rêveberiya Amed Sporê roja 11'ê vê mehê civîna xwe li dar xist û karbeşî çêkir. Di civîkê de karbeşiyek wisa çêbû:
Serok: Nurullah Edemen
Seroka Duyem: Hamide Akar
Sekreterê Giştî: Abdullah Sevinç
Endamê Muhasip: Suleyman Gokalp
Berdevkê Çapemeniyê: Firat Kasimoglu
Karên Tenduristiyê: Tamer Kucun
Karên Derve: Yahya Çete
Sporê Jinan: Besra Ekinci, Aylin Turşak
Berpirsê Tesîsan: Veysel Ozhekti
Berpirsê Tîmên Jêrîn: Adnan Zengin
Arge: Osman Ocaklik
Berpirsê Salonan: Mehmet Şimşek
Têkiliyên Gel: Remzi Dinar
Têkiliyên Sazî: Eser Sonmez
Rewşa niha
Atmosfera heyî ya li Tirkiyeyê bandorê li Amed Sporê jî dike. Di deplasmanan de rastî êrîşan tên, ew her maça xwe di nav atmosferek dijwar de dilîzin. Di rewşek wisa de ne hêsan e karê fûtbolê. Lîstikvanên wan jî li nav sehayê û derveyî sehayê her rastî êrîşan tên. Kaptanê wan Deniz Nakî seqet bû, her wiha li Almanyayê hinan gule bera erebeya wî dan. Lîstikvanên hatibûn nekarî bin vî barî rabin. Lê ligel her tiştî Aaed Spor ber xwe dide. Amed Spor niha di Koma Sor a Lîga 2'yemîn de ye û bi 20 pûanan di rêza 11'emîn de ye. Maçên lîgê 20'ê vê mehê dest pê dikin. Amed Spor 20'ê mehê saet 13'an de li mala xwe dê Mersin İdmanyurdu bike mêvan.