Diyarname
Lîstikvanê navdar, lîstikvanê berdilê gelek fûtbolhezan Lionel Messi di maça Sevillayê de rekoreke nû şikand,
Maça ku roja 23'yê mehê di navbera Barselona û Sevillayê de hate lîstin bi 5-1 bi serketina Barselonayê bi dawî bû. Di maçê de Lionel Messi 3 got avêt û di La Ligaya Spanyayê de bû 253 gol diavêje ku ev yek rekor e. Berî vê lîstikvan Telmo Zarra di dîroka La Lîga de 251 gol avêtibû û bûbû kesê herî zêde gol avêtiye.
Lîstikvan Telmo Zarra (Bi navê xwe yê temamî Telmo Zarraonandia Montaya) di sala 1921'ê de li Erandio ya Spanyayê hatiye dinê û di sala 2006'an de wefat kiriye. Zara ku di navbera 1940-1955'an de li Athletico Bilbaoyê lîst bi giştî 251 gol di La Lîgayê de avêt. Zara ku di tîmên Eradio, İndautxu û Barakaldo de jî lîstibû di jiyana xwe de bi giştî 268 gol avêtibû. Her wipa wî di Tîma Neteweyî ya Spanyayê de jî 20 gol avêtibû.
Niha Messi ev rekor ji destê Zarra derxist. Messi yekem car di 17 saliya xwe de derket maçeke li La Lîgayê û lîst. Di 10 salan de 289 maç lîst û gihîşt 253 golan.
Di La Lîgayê de salek 38 hefte ne û vê hefteyê hefteya 10'an hate lîstin. Tu şik nîn e ku di hefteyên pêşiya me de Messi dê vê rekorê hê bibe asteke bilindtir.