Amed
Li Amedê 54 saziyên sivîl daxuyaniyekê da û ji bo rewşa bêpevçûnê bidome bang li hikumetê kir.
Sendîkaya Kedkarên Enerjî, Sanayî û Madenê (ESM) ya Amedê belavoka 54 saziyên sivîl ên Amedê li Cemiyeta Rojnamegeran eşkere kir. Serokê ESM'a Amedê Yakup Keskin daxuyanî xwend, da zanîn ku rewşa bêpevçûn hêviyeke xistiye Tirkiyeyê û got: "Piştî hilbijartinê operasyona li hemberî vîna ku kurdan derxistiye holê derbe li aştiyê daye. Digel vê yekê biryara bêpevçûnî ya heta 1'ê pûşperê siûdek e.
Keskin da zanîn ku ew wekî nûnerên saziyên sivîl dixwazin rê li aştiyê vebe û di vî warî de dixwazin hikumetê gavan bavêje.


