Diyarname
Siyasetmedarê kurd Yusuf Azizoglu li ser gora wî bi beşdariya hezkiriyên wî hat bibîranîn.
Seyasetmedar Dr.Yusuf Azizoglu di 39'emîn salvegera wefata wî de hat bibîranîn. Çalakiya bibîranînê ji aliyê Komeleya Çand-Perwerdehî ya Piştgiriyê ya Farqîna Kesk ve hate li dar xistin. Çalakiya bîranînê li Goristana Şêx Xelîl li dar ket.
Di çalakiyê de endamên malbata Azizoglu, serokê komeleyê Mehmet Çeliker, Serokê Kurdî-Derê M. Şefik Fidanci, Şaredarê berê yê Bayrambaşiyê Kutbettin Taşkiran, endamên Komeleya Parastina Hunermend û Çand û Hunera Farqînê û ji gel gelek kes beşdar bû.
Di çalakiya bibîranînê de li ser Azîzoglu axaftin hatin kirin.
Dr. Azizoğlu di sala 1917'an de li Farqînê hat dinyayê. Wî, di navbera salên 1946-1950'de Şaredariya Farqînê, mebûsiya Amedê kir, her wiha bû Wezîrê Tenduristî û Piştgiriya Civakî.
Dr. Yusuf Azizoglu ku li herêmê wekî siyasetmedarekî kurdî û gel parêz, her wiha ew kesê ku Nexweşxaneya Dîcleyê ya Amedê çêkiriye tê nasîn, di 1'ê gulana 1970'yî de jiyana xwe ji dest dabû.