Amed
Di 1'emîn Konferansa Çand, Huner û Wêjeya Kurdî de kurdên ku ji gelek welatên cîhanê beşdarî konferansê bûn di navbera xwe de li ser zimanê kurdî yekîtiyek li darxistin. Di konferansê de seranser kurdî hate axaftin, ji bo zimanê tirkî û îngilîzî werger hate kirin. Ocalan jî ji konferansê peyamek şand, tiştên ku bi serê Ahmet Kaya ve hatine bi bîr xist û got ku divê tu kurd û hunermendên kurdan vê yekê ji bîr nekin da ku di navbera xwe de yekîtiyek neteweyî pêk bînin.
Konferans li Navenda Çanda Cegerxwîn ya Şaredariya Kayapinara Amedê dest pê kir. Konferansa ku ji aliyê KCD, NÇM'ê û Şarederiya Bajarê Mezin ve hate amadekirin wêneyên nivîskar, rewşembîr, hunermendên kurd yên dîrokî yên wekî Ehmedê Xanî, Meleyê Cizirê û diruşmeyên wekî "Cangoriya Welat, Bi ked û Xebatên li me kirin diyarî, yekîtiya çar parçeyên welat", "Zimanê Azad, Çanda Azad, Jiyana Azad" hatin daliqandin.
Gelek rewşembîr, nivîskar, hunermendên ku ji çar aliyê cihanê dijîn ên kurd beşdarî konferansê bûn. Di konferansê de hemû beşên hunermendên ku ji civaka hestên civaka kurd re berdevkiyê dikin jî cihê xwe girtin. Ji herêma Kurdistan a Federal jî heyetek ku ji 32 kesan ên wekî hunermend û nûnerên siyasî pêk tê jî beşdarî konferansê bûn.
Di Konferansê de axaftina destpêkê ji aliyê Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk ve hate kirin û wî da zanîn ku heya niha di gelek konferans mitîng, organizasyonên siyasî de axiviye lê axaftina li hemberî rewşembîr û hunermendan coşek mezin daye wî û bi zehmet e. Turk, da zanîn ku jiyandina zimanê kurdî ya heya îro jî deyndarê hunermendê kurd e û wiha berdewam kir: "Îro em ji bo du organizasyonê din jî hatibûn vexwendin. Lê ev konferans ji hemû tiştê bi qîmetir e û lewma em li vir in. Hem ji bo bîranîna Ahmet Kaya û hem jî ji bo kongreya PDK'ê em hatibûn vexwendin. Lê belê ev konferans ji bo tifaqa kurdan gelek girîng e, lewma em li vir in."
Turk, dema ku behsa serpêhatiyên Ahmet Kaya kir û bi bîr xist ku wî li sirgûnê jiyana xwe ji dest daye kelogirî bû û axaftina xwe bi zehmetî wiha domand: "Wî hunera xwe li ser biratiya gelê kurd û tirk ava kir. Dema ku jiyana xwe ji dest da bi hezaran kurd û tirk ji bo wî giriyan. Ez hêvî dikim ku ev konferans ji bo hêviyên wî bibe gavek dîrokî."
Ahmet Turk di axaftina xwe de xwest ku kongreya PDK'ê ji bo yekîtiya gelê kurd bibe wesîle û silavê xwe ji Barzanî û kurdên herêma Kurdistana Federal re şand. Turk di berdewama axaftina xwe de li ser pêvajoya siyasî rawestiya û got ku armanca wan ew e ku demokratîkbûnê pêk bînin û wiha axivî: "Birêz Abdullah Ocalan ji bo aştî û demokrasiyê helwestek mezin da nîşan. Ji bo rawestina xwînê helwest da nîşan. Lewma ji bo çareserî pêk bê barên giran dikevin ser milê me. Divê dewlet guh bide daxwazê gelê kurd. Em xweseriya demokratîk û zimanê xwe yê zikmakî dixwazin."
Di axaftinê berdewama bernameyê de jî li ser girîngiya konferansê hate rawestandin û daxwaza sereke wekî, "Bila ev konferans bibe gavekî pêşîn ya yekîtiya gelê kurd" derket holê.
Nunerê Wezareta Çandî ya Herêma Kurdistana Federal Zîrek Kemal jî axaftina xwe bi soranî kir li ser girîngiya konferansê rawestiya got ku divê di nav çanda kurdî de yekîtiyek bê avakirin.
Kemal Ulusoy jî li ser navê organîzasyonê axivî, da zanîn ku konferans ji bo peşketinên gelê kurd gavek derengmayî ye û xwest ku piştî konferansê komek xebatê bê avakirin û ji bo yekîtiya gelê kurd, ji bo pêşgirtina pêşaftina çand û zimanê kurdî xebatê bimeşîne. Ulusoy, bang li hunermendên kurd jî kir ku li hemberî asîmîlasyonê têkoşîna xwe bilind bikin.
Pişt re jî di konferansê de li ser navê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan peyamek hate xwendin. Ocalan di peyama xwe de konferans pîroz kir, silavên xwe ji beşdarên konferansê re şand û got ku divê teqez ev konferans bibe gavek pêşengiya yekîtiya gelê kurd.
Ocalan di peyama xwe de neheqî ku bi serê Ahmet Kaya ve hatine bi bîr xist û wiha got: "Ahmet Kaya dema ku xwest ji bo zimanê xwe tiştek bike tê zanîn ka rastê çi heqaretê û neheqiyê hat. Divê ev rastî tu car neyê ji bir kirin û hunermendên me yê hêja li gor wî tev bigerin."
Ocalan da zanîn ku gelê kurd têkoşînek bi zehmetî, qehremanî dide û divê hunermend jî wan yekan nîşanî civakê bide û banga yekîtiyê kir.
**
Nûçeya eleqedar:
- Li Amedê Konferansa 'Wêjeya Kurdî' tê lidarxistin