logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Portreya Mehê: Zinarê Xamo

  • Dîrok: 01/03/2016
  • Beş: Portreya Mehê

Amadekar: Lijneya Şêwrê ya Diyarnameyê
Nivîskar Zinarê Xamo di sala 1950 de li navçeya Wêranşar a  Rihayê hatiye dinê. Wî heta 30 saliya xwe jiyana xwe li wir derbas kir û dû re berê xwe da Swêdê. Ew jiyana xwe heta niha jî li Swêdê didomîne.


Pêlavçêkiriyê dike û dikeve nava siyasetê

Zinarê Xamo ji hêla pîşeyê xwe yê bingehîn ve pêlavçêker e û wî di destpêka salên 1970 de hem li Wêranşarê û hem jî li Stenbolê qonderîcîtî kiriye. Wekî gelek kurdên ku bi nivîsê ve mijûl in, wî jî wextekî di nava siyasetê de cih girtiye. Çîroka wî ya tevlîbûna siyasetê di sala 1973’yan de dest pê dike. Ew destpêkê di nava partiya Dr. Şivan de cih digire û heta van salên dawiyê jî di nava DDKD’ê de karê xwe yê siyasî dewam kir. 


Xwe bi xwe fêrî xwendin û nivîsandinê kiriye

Nivîskar Xamo ku kesên bi nivîs û xwendina kurdî ve eleqedar in ji nêz ve nas dikin, qet neçûye dibistanê. Wî xwe bi xwe fêrî xwendin û nivîsandinê kiriye. Balkêşiyeke wî ya din a vê derbarê de ew e ku wî dû re ji derve tevlî ezmûnan bûye û bi vî awayî dîplomaya dibistana seretayî û ya dibistana navîn bi dest xistiye. 


Rojnamegerî û serokatiya komelan kiriye

Çîroka wî ya weşandina nivîsên di rojnameyan de ji sala 1980 û pê de destpêdike. Digel karê endamtiya redaksiyon û redaktoriyê, gelek nivîsên wî di rojnameyên wekî Armanc, Berbang, Hêvî, Hêlîn û portala Netkurdê de derketine.

Zinarê Xamo digel karên siyasî, rojnamegerî û nivîskariyê, di nava xebatên komeleyan de jî bi awayekî aktîf cih girtiye. Wî salên 1980’yan de Serokatiya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd û her wiha di sala 2014’ê de salekî Serokatiya Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê kiriye.


Di bikaranîna înternetê çalak e

Xamo di salên dawî de bûye yek ji nivîskarên kurd ê ku serkêşiya bikaranîna înternetê wekî platforma weşandina nivîsan dike. Naskirina wî ya wekî blogerê kurdî yê destpêkê jî yek ji ispata vê yekê ye. Ji sala 2007’an û vir de blogeke wî ya bi navê “Hindik-Rindik” heye û ew rojane carnan heta 5 nivîsan tê de diweşîne. Piraniya nivîsên wî jî derbarê rûdanên rojane de ne. Heta niha wî bi giştî 3387 meqale nivîsîne û ev meqale di arşîva bloga wî de herdem dikarin werin xwendin. Ev 8 sal in ew bi awayekî aktîf medyaya civakî jî bikartîne û rojane di Facebookê de nivîsên ku bi giranî derbarê rojeva siyasî de ne diweşîne. Ev her du diyar de bûne sedem ku bikarhênerên înternetê yên bi kurdî dixwînin bi piranî navê Zinarê Xamo bihîstibin. Derbarê çalakbûna xwe ya di nava medyaya civakî de, ew wiha dibêje: “Ez gelekî girîngiyê didim medyaya civakî, ji ber meriv xwe digihîne her derê cîhanê, hemû sînoran derbas dike. Medyaya civakî ji fêrbûn û belavbûna kurdî re jî xizmeteke mezin dike.”


Dû deh saet kar re wextê xwe yê mayî dide nivîsandinê 
Zinarê Xamo niha 66 salî ye. Ew zewicî ye û çar zarokên wî yên bi navên Azad, Rûken, Serhat Arda û Rojen hene. Ev 36 sal in ku li Stockholm a paxtexta Swêdê dijî li daîreke dewletê dixebite. Derbarê jiyana xwe ya li Swêdê û zehmetiya mijûlbûna bi nivîsê re ew wiha dibêje: “Bi kurtî jiyana min ya Swêd pir monoton, feqîr û sînorkirî ye. Ji bo ku bikarim debara xwe ya şexsî bikim her roj 10 saetên min li kar û çûn û hatinê diçin. Û bi şev jî 2-3 saetan hin tiştan dixwînim û dinivîsînim.” Nivîskar Zinarê Xamo wê di dawiya meha rezbera îsal de teqawît bibe û çavê wî lê ye wê demê êdî bêhtir wext bide nivîsê û bi projeyên yên vê derbarê de mijûl bibe.


Pirtûkên Zinarê Xamo

Nivîskar Zinarê Xamo heta niha du pirtûk nivîsandine û pirtûkek jî ji Swêdî wergerandiye kurmancî: 

- Hindik-Rindik (pêkenîn) 

 - Antolojiya çîrokên zarokan

 - Wergera pitûka Susanna Tamaro ya bi navê "Bide dû dilê xwe" 


Blog: http://zinarexamo.blogspot.de/ 


Parve Bike

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Portreya Mehê - Nivîsên Dawî
news
  • 02 07 2025

Bi salan e li ber Kela Hewlêrê wêneyan xêz dike

news
  • 17 09 2024

Parçeyek ji dîroka kurdan: Mehmed Emîn Bozarslan 90 salî ye

news
  • 17 06 2024

Ji bo klamên Germiyanê 41 salên xwe dan

news
  • 25 04 2024

Doktorê alîkariya birîndar kir, Dr. Ciwan Hemî

news
  • 21 02 2024

Selîm Temo: Çanda xwe biparêzin û ragihînin nifşê nû

news
  • 02 10 2023

Portreyeke cihêreng: Ev 25 sal in li Hewlêrê parfuman çêdike û difroşe

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Kîjan partî dê çiqas pere ji xezîneyê bigire?

ad

Pirtûka Behrûz Bûçanî dibe fîlm

ad

Ji Zanîngeha Hekariyê sê pirtûkên bi kurdî

ad

Rêveberiya Weqfa Îsmaîl Beşîkçî hat nûkirin

ad

Ji Hesarê heta bi Swêdê Cegerxwîn

ad

Ji îro sê nûçeyên derketin pêş

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname