Diyarname
Helbet em her gav nikarin nûçeyên xweş biweşînin, carinan weşandina nûçeyên nexweş jî dibe para me.
Vîdyoyê Demîrtaş betal kirin
Par li Tirkiyeyê di hilbijartina Serokomariyê de Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş jî berendam bû. Demîrtaş girtî bû nekarî bigere, mîtîngan çêbike, lê mafê xwe yê zagonî yê beşdariya TRT'ê bikar anî. TRT ku mafê axaftinê dida berendaman Demîrtaş jî ev bikar anî. Û paşê ev axaftina Demîrtaş ket Youtube. HDP'ê ev axaftin wekî vîdyo di kanala xwe ya Youtube de weşand. Niha, TRT'ê bi sedema mafê telîfê di destê wan de ye ji HDP'ê xwest ku ji kanalê rakin. HDP mecbûr ma vîdyo ji kanala xwe ya Youtube rakir.
Rojnameger Turan hat tewqîfkirin
Rojnameger Salih Turan ku ev 20 sal in di gelek saziyên cur bi cur de karê rojnamegerî dikir duh bi îdîaya "ji ser tora civakî re propagandaya rêxistinê kiriye" hat binçavkirin û hat tewqîfkirin. Turan şandin Girtîgeha Sîlivrî.
Rojnameger Turan li Batmanê hatibû dinê. Wî li Stenbolê Zanîngeha Marmara beşa Rojnamegerî xwend. Turan ku di sala 1999'an de li Azadiya Welat dest bi karê rojnamegerî kir û heta niha K24, Sputnîk, Dengê Amerîka jî di nav de di gelek saziyan de xebitî.
Ceza li Altay û Anter birîn
2'yemîn Dadgeha Ceza ya Batmanê bi sedema belgefîma bi navê "Nû Jîn" kişandiye 2 sal û nîv ceza li derhêner Veysi Altay birî. Dadgehê ji ber ku ev belgefîlm li Salona Sînemayê nîşan daye jî 2 sal û mehek cezayê hepsê li Dîcle Anter (wê demê midûrê Salona Sînemayê ya Yilmaz Guney a Batman3e bû) birî.