Diyarname
Li Meclisa Tirkiyeyê 4 partî hene û ew tenê dikarin ji xezîneyê alîkariyê bigirin. Di meha yekê ya îsal de xezîneyê 274 mîlyon lîra pere li AKP, CHP, MHP û HDP'ê belav kiribû. Niha ji ber hilbijartinê dê 548 mîlyon lîrayên din li wan belav bike.
Li gor zagonê partiyên bi ser sedî 7'an de dengan bigirin dikarin ji xezîneyê alîkarî bigirin. Û partiya herî zêde deng girtibe herî zêde pere digire û yên din li gor dengên xwe.
Niha ji bo hilbijartina 24'ê pûşperê dê bi rêzê partî vê alîkariyê ji xezîneyê bigirin:
AKP: 139 Mîlyon lîra
CHP: 71 mîlyon lîra
MHP: 33,5 mîlyon lîra
HDP: 30 mîlyon lîra.
Bi vê yekê re îsal dike 882 mîlyon lîra ku xezîne li van partiyan belav dike.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- DYA: Ev yek dê ne hilbijartineke adil be