ENQERE
Duh Serokatiya Serfermandariya Artêşa Tirkiyeyê li hemû nûçegîhanên rojname û ajansan ên li Kurdistanê nûçeyên dorpêça hêzên dewletê dişopînin geriya û ji wan xwest der barê Cizîrê de qet nûçeyê çênekin û belav nekin.
Li Cizîrê hovîtiya 3'emîn derket holê. Piştî hovîtiya sêyemîn ku di jêrzemînek din de derket holê û nûçe hatin weşandin derket holê ku di dîroka Tirkiyeyê de hovîtiya herî mezin hatiye kirin. Niha jî dewlet dixwaze rê li pêş vê rastiya hovîtiyê bigire û ji niha de dixwaze rojname û ajans nûçeyan belav nekin. Têkildarî mijarê leşkerekî ku li Serfermandariyê peywirdar e û nexwest navê xwe diyar bike helwesta serfermandariyê eşkere kir. Leşkerî, diyar kir ku şeva din rayedarekî Serokatiya Serfermandariyê li ajansên nûçeyan ên DHA û ÎHA geriya ye û ji wan xwestiye der barê Cizîrê de tu nûçeyan çênekin û agahiyan belav nekin.
Çavkaniya agahiya nûçeyê diyar kir ku piştî vê fermana leşkeriyê ajansên ku agahî ji wan re hat şandin, nûçeyeke jî der barê Cizîrê belav nekirin. Çavkaniyê destnîşan kir ku ev yek jî piştrast dike ku ev ajans li gorî fermanê tevgeriyane û li gel li Cizîrê hovîtiyek mezin pêk hat jî tenê daxuyaniyên nivîskî yên Serokatiya Serfermandariyê belav dikin. Li gel ku li navçeyê hovîtiyek heye û komkujiyek heye jî der barê Cizîrê de nûçeyek jî neweşandin. DHA û rojnameyên girêdayî Koma Medya ya Doganê der barê Cizîrê de nûçe neweşandin. Çavkaniya leşkeran, destnîşan kir ku 2 roj berê li navçeyê birîndar hebûn û komkujî pêk hatibû. Çavkaniyê anî ziman ku li jêrzemîna avahiya Kolana Narîn a Taxa Cudiyê operasyon pêk hatibû û di operasyonê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dabû. Dîsa diyar kiribû ku operasyon di 21.30'an de bi dawî bûbû.
Davutoglu ligel rojnamegeran civiyabû
Her wiha roja 6'ê vê mehê Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu ligel rojnamegeran civiya bû. Davutoglu midûr û gerînendeyên giştî yên çapemeniya neteweyî kom kiribûn û bi qasî 2 saet û nîv bi wan re civîn pêk anîbû û ji wan xwestibû ku li gorî wan weşanê bikin.
DÎHA