Diyarname
Balyozê Ûkraynayê yê Enqereya Tirkiyeyî Vasil Bodnar îro ji bo çapemenî got ku Rusya genimê Ûkraynayê didize û difroşe hin welatan ku Tirkiye jî di nav de ye.
Bodnar di civîna çapemeniyê de wisa got, "Rusya bêyî şerm bike genim didize û difroşe welatên biyanî ku Tirkiye jî di nav van de ye.
Li aliyê din Bodnar got ku em naxwazin heta dawî şer bikin û got, "Piştî şer dê îhaleyê nedin kompaniyên ku ligel Rusyayê kar dikin. Dema em li jêrxaneya welat ku xira bûye dinêrin em dibînin ev yek ji bo kompaniyên tirk dê bibe firsendeke ka a baş. Lê mixabin kompaniyên ligel Rusyayê kar dikin emê li bazara Ûkraynayê cih nedin wan."