Diyarname
Di sala 2003'yan de dema DYA'yê Sedam Huseyîn ji desthilatdariyê daxist li gelek cihan peykerên wî hatin şikênandin, hinan jî dest danîn ser berhemên dîrokî. Lê di wê demê de li Balafirgeha Bexdayê leşkerekî Amerîkayê parçeyên jorîn ê peykerê Sedam Huseyîn ku jêrê wê parçe parçe hatibû kirin girt û wekî bîranînek bir mala xwe. Leşkerê bi navê Earl Torres piştî 13 mehên leşkerî ku li Iraqê kir vegeriya DYA'yê û ew peyker jî bi xwe re bir. Peykerê ku heta niha veşartibû bi qasî 40 kîlo bû. Torres ê ku li Las Vegasê dijî got ku kesek derketiye ku ev peyker bi 10 mîlyon dolarî kiriye. Lê leşker Torres gotiye ku ji bo buhaya peykerê hinek din bilind bibe dê hinek din jî bisekine.