AMED (DÎHA)
Bi dehan gundên navçeyên wekî Licê, Farqîn û Pasûrê ji hêla leşker û cerdevanan ve hatiye dorpêçkirin, welatiyên bi zorê ji malên wan tên derxistin û koçber dikin, li cihê wan qereqolan ava dikin.
Bi rojan e navçeya Licê ya Amedê di bin dorpêça leşker, cerdevan û tîmên taybet de ye û pêkanînên salên 90'î li hemberî welatiyan tê meşandin. Welatiyên ku gundên wan ji hêla leşkeran ve hatiye dorpêçkirin, bi gef û zextan tê xwestin gundên xwe biterikînin. Dîsa ji hêla din ve bi êrîşên bombeyî herêm tê şewitandin.
Hat diyar kirin ku tîmên taybet ketine gundên wekî Helhel, Mişirf, Kerwas, Derxust, Sîsê, Goma Pîrê, Licok, Engûl, Zengê, Nenyas, Cimarê, Nenyas, Cinezûr, Huseynîk, Biryas, Kiledarê, Goma Feyzo, Goma Ahmê, Benê û gundên derdorê. Ev gundên derdorê ji hêla leşkerên tirk ve tên bombekirin û gelek herêm dane ber agir.
Malên welatiyan tên rûxandin
Gundê Kerwasê ya girêdayî Licê du rojan bi zorê 90 mal hatibûn valakirin, hat diyar kirin ku ji bo avakirina qereqolan alavên înşaetê birine û li herêmê amadekariya qereqolan dikin. Li gundê Helhel piştî avahiyên welatiyan hatin şewitandin malek bi kepçeyê hat rûxandin. Dîsa li gundê Zengesorê jî malek ji hêla leşkeran ve hat şewitandin. Riyên diçin gundan ji hêla leşker, cerdevan û tîman ve hat girtin. Mala ku li gundê Zengesorê hat şewitandin agahî ji malbatê qut bû.
Gund di binê dorpêçê de ne
Herêma ku hat şewitandin gundên wekî Bamitnê, Reşan, Bêşişt, Daxlê Zirê, Şao, Matmurê, Herdeqnê, Barsom, Cofitnê, Banê Dêra, Hezmaz, Dengilhewa, Şêxan, Melê, Tûtê, Goma Erîş, Koçera, Bamerdê û Sêqasê ji hêla leşker, cerdevan û tîmên taybet ve hatin dorpêçkirin.
Pasûr û Farqîn jî hat dorpêçkirin
Li navçeya Licê û gundên wê dorpêç û êrîşên li herêmê her roja ku dize zêde dibe, gundên girêdayî navçeya Farqînê yên wekî Malê Çaxlê, Şelima, Hindesê, Malê Gir, Zillek, Cumatê, Tilbisin û gundên girêdayî navçeya Pasûrê yên wekî Godernê, Temiran, Cevsê, Bira Zeyna, Textê, Derikê, Beytil Beyanê di bin dorpêça hêzên dewletê de ye.
Nehiştin mebûs herin Licê
Di vê navberê de mebûsên HDP'ê Nadîr Yildirim û Nûrsel Aydogan ên berê xwedan Licê ji hêla leşkeran ve hatin rawestandin. Bi astengiyê re mebûs li Walîtiya Amedê geriyan, walîtî got, "Sivîl dikarin derbas bibin, lê destûra derbasbûyîna mebûsan tune ye."