Diyarname
YSK'ê piştî berendamtiya Ersoz a li Çewligê qebûl nekir, DTP'ê Firat Anli wekî berendam nîşan da.
DTP'ê ji bo şaredariya bajarê Çewligê Omer Faruk Ersoz nîşan dabû. YSK'ê (Lijneya Bilind a Hilbijartinê) bi gotina 'Ersoz ceza xwariye û bi ser vê re hê pênc salên qedexeyî derbas nebûne' berendamtiya Ersoz red kiribû.
Li ser vê yekê DTP'ê Şaredarê Yenîşehîra Amedê yê niha Firat Anli wekî berendamê Çewligê nîşan da.
Anli ku bi xebatê xwe yê serketî di nav gel de dihat nasîn ji bo berendamtiya Çewligê wekî surprîz hat hesibandin.
Anli heta niha di nav HADEP û DEHAP'ê de xebitiye, karê Meclisa Partiyê (MP) kiriye, di heman demê de demekê li Çewligê xebitiye û li vî bajarî jê tê hezkirin. Ji ber vê yekê DTP'ê Anli wekî berendam nîşan da.
Anli kî ye?
Şaredar Anli di sala 1971'ê de li Amedê hatiye dinê. Anli li Zanîngeha Dîcleyê Beşa Hiqûqê xwend û bû parêzer. Parêzer Anli li HADEP û DEHAP'ê endamtiya MP'ê kir, demekê Serokatiya Rêxistina Bajêr jî kir. Anlidi hilbijartia 2004'an de li Amedê wekî Şaredarê Yenîşehîrê hat hilbijartin û ew bi dirustî, bi serketina xwe ya di xebatan de tê nasîn.