Diyarname
Xwediyê Weşanxaneya Do Huseyîn Gunduz ku hatibû binçavkirin piştî du rojan serbet hat berdan.
Li Kuçeya Mîsa Taksîma Stenbolê di lêgerîneke ji rêzê de piştî li nasnameya Weşanger Gunduz nêrî, ew girtin bin çavan. Sedem dozeke li ser pirtûka Medenî Ferho "Birêz Serok" nîşan da. Piştî ku pirtûka Ferho "Birêz Serok" weşand doz lê vebû, lê Gunduz dibêje "Tu teblîgat ji me re nehatiye." Ji ber ku teblîgav nehatiye û ew jî neçûye dadgehê, dadgehê bêyî Huseyîn Gunduz amade be biryara tewqîfkirina daye. Piştî şeveke li Qereqola Polîsa a Taksîmê divê serê sibê ew bibirana dadgehê lê na, her carê tiştek gotin encax ber bi êvarkî birin dadgehê. Ji ber vê jî li dadgehê dadgerek ku lê binêre nîn bû. Dadgerê nobedar ji ber ku nedikarî îfadeyên wî bigire, ew berneda, lê nedibû bi paş ve bişîne qereqolê jî. Û ew şandin Girtîgeha Metrîsê. Gundiz wê şevê li Metrîsê di hucreyê de ma, roja din ew derxistin dadgehê, îfadeyê wî girtin û serbest berdan.
Doz bi îdîaya "Pesindana sûc û sûcdar" hatiye vekirin. Danişîna dozê dê 5'ê rêbendana 2009'an de bidome.


