Amed
Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş di civîna KCD'ê de axivî. Vane hin not ji axaftina Demîrtaş:
Ji roja HDP hat avakirin û heta niha me daxwaza xwe ya rêveberiyên cewherî û xweseriyê anî ziman. Di beyanameya hilbijartinê de jî me girîngiya rêveberiya cewherî parve kir. Niqaşên "Piştî barîkat û xendekan daxwaza rêveberiya cewherî pêş ket" şaş e. Barîkat û hendek ne ji bo daxwaza rêvberiya cewherî ne. Ji bo înkar û îmha pêş ket xendek hatin avakirin. Xendek li dijî biryara komkujiyê ya Enqereyê hatin avakirin. Daxwaza xweseriyê daxwaza kurdan a rewa û sedsalan e.
Kole jî vê yekê qebûl nakin. Li Rojhilata Navîn zimanê herî zêde tê axaftin kurdî ye. Lê îro zimanê kurdan nayê qebûlkirin. Kurd dê vê yekê çawa qebûl bikin.
Daxwaza rêveberiya cewherî daxwazek rewa û mirovahî ye. Rêveberiya cewherî li dijî daxwaza koletiyê daxwaza rûmetê ye. Ji ber bi siyasetê çareser nebû neçar man li pişt xendekan xwe parastin. Navê xweseriyê jî neanîn ser masê. Li şûna masê tang û top xistin kolanan. Me li Dolmabahçe ev anî ziman. Birêz Ocalan bi sebrek mezin ji bo rêvberiya cewherî têkoşiya. Ji bo diyalog û muzakereyan têkoşînek mezin da. 16 sal in tenê bi radyoyek biçûk û 3 pirtûkan hemû hevsengiyên li Rojhilata Navîn û cîhanê ji we bêtir tahlîl dike û dixwîne. Hûn li hemberî Rêberekî wisa biçûk man. Hemû axaftinên li Îmraliyê di qeydan de hene.
Em êdî naxwazin dîroka înkar û îmhayê dubare bibe û dixwazin bi gelên Tirkiyê re pêşeroja xwe diyar bikin. Kesên xendekan biçûk dibînin rastiyê nabînin. Zêdeyî 30 caran me Îmralî ziyaret kir. Di nava 2 sal û nîvê me her tişt kir. Lê dawiya dawî xwestin me di bin benda hilbijartinê de bihêlin û me bi xeniqînin. Em bombe kirin, qetil kirin û avêtin zindanan. Siyaseta me tune hesiandin. Li gel hemû êrîşan me destûr neda AKP bi serê xwe bibe desthilatdar.
Ciwanên kurd bi zanebûn û hişyariyê derketine rê. Ji ber ku hêviya wan ji Enqereyê nemaye. Ji ber ku mase xera kirin û li şûna wê tang û top xistin kolanan ciwanan serî hilda. Ev berxwedan dê bi serkeftinê bi encam bibe. Divê her kes hurmetê ji vîna gel re nîşan bide.
Ger ku 10 - 50 sal şûnde dayikên me dîsa cenazeyan rakin, mafdar in me nalet bikin.
Me di dîrokê de tu carî serî netewand. Ji niha û şûn de jî em serî natewînin. Em tu carî îxanetê bi dîroka xwe re nakin. Vîn û îtîfaqa gel, ji çekan bihêztir e.
Ew dixwazin bi hêza çek, tang û topan vîn û statuya kurdan nas nekin. Lê gele kurd statu û rêveberiya cewherî dixwaze. Kurd êdî dixwazin li ser axa xwe, bi vîna siyasî bijîn. Kurdistan li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn wekî rojê ronî dike. Hemû dost û hogirên me yên wekî çerm û goşt bi me re ne divê teqez vê yekê bizanibin. Divê hêz û piştgiriyê bidin me. Divê em mil bi mil têbikoşin. Sedsala li pêş me dê sedsala statuya Kurdistanê be. Bedela wê giran be jî biryar û baweriya me nayê guhertin. Hin mirovên me hene kevirê gora wan tune. Bedela wê çi dibe bila bile em amade ne. Me hemû rêbazên diyalog û hevdîtinê kirin, lê hemû hatin redkirin. Ji ber ku biryara înfazê dane. Ji bo hevsengiyên Rojhilata Navîn naxwazin gelê kurd bibe vîn û hêz.
Nûçeyên din li ser civîn: