Diyarname
Ji bo salvegera Rojnamegeriya Kurdî 25'ê vê mehê li Swêdê semîner û paneleke li dar dikeve.
Kitêbxaneya Kurdî, Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê û Federasyona Komeleyên Kurdistanî li Swêdê semînerek û panelekê li ser înterneta kurdî çê dike.
Semîner dê li ser sê rojnameyên başûrê Kurdistanê be û dê ji aliyê rojnameger Eşref Okumuş ve bê pêşkêş kirin.
Panel jî dê li ser malperên nûçeyan yên kurdî be û beşdarên wê jî dê rojnameger Newzad Elî û Ekrem Onen bin.
Her wiha rojnameger Lorîn Berzincî jî dê panelê bi rê ve bibe.
Dîrok û cih çalakiyan;
Roj: 25.04.2008, Şemî
Dem: 13.00 – 16.00
Cih: ABF-huset, Sveavägen 41, Stockholm