Arjen Arî
Şahredarê Şahrê Serkaniya Şaristaniyên Heyî û Wenda;
Rêzdar Osman Baydemir,
Bo ku we em bi nasnameya Nivîskarên Kurd vexwendine, û we xwest vê êvarê xwarinekê bixwin li gel hev, em spasiyên ji dil pêşkêşî cenabê we dikin.
Ji serdema kalê qelemdaran, hîmavêjê bîr û hizra neteweyî Ehmedê Xanî ve her nivîskar ji stendinê bêhtir hînê dayînê bûye..
Jixwe; gotine, ‘di ser destê ku dide re ye destê ku dide!
Bi ahd be, ji rûmetê pê ve me tiştek nexwestiye; bêyî ku em tiştekî bixwazin me daye, em didin, emê bidin…
Emê bidin; ji ber ku kalê qelemdaran gotiye:
‘Qelbê me nekir qebûlê hîle
Qet bo xerezê nebû wesîle…’
Û bi ser ve kiriye:
‘Neqdê me ‘mebêje kêmbûha ye
Bê sîkkeyê şahê şehrewa ye’!
Bo her nivîsakarî ‘Sîkkeyê şahê şehrewa’ qelbê gelê wî ye.
Heta ku li ser vê axê, di bin vî ezmanê têrstêr de dilê wî gelî bi vî zimanî, bi vê çandê hilavêje, bikukute; her nivîsakar dê tê de bijî, tââ ebed!
Bo zanin; em nivîskarên kurd nirxeke giranbuha didin siyasetmedar û kesayetên ku bi deng û destûr û vîna vî gelî bûne xwedî miqam û kursî!
Çawa ku kalê qelemdaran gotiye:
‘Ger dê hebûya me jî xwedanek
Alîkeremek, latîfedanek…
İlm û huner û kemal û îzan
Şi’ir û xezel û kîtab û dîwan
Ev cins bibûya li bawî mamûl
Ev neqd-î biba li nik vî meqbûl
Min dê alema kelamê mewzûn
Alî bikir ali banê gerdûn’….hûn; hûn nûner û ragihînerên vîn û daxwazên wî gelî jî li dû ne ku ala azadiyê, ya aştî û aramiyê, ya wekhevî û biratiyê daçikînin li ser birc û kelehên li hêviya vegirtinê…
Rêzdar,
Nivîsakar ne hevrik û ne jî şûngirê siyasetmedar e: Ew, rêveker û ravekêrê têramînên nû, xwediyê hizra cuda, dengê dilê a’mê ye…
Ew, bi helwest û hewldanên xwe, bi bi afirînerî û berhemên xwe direfşdarê peyva vî gelî; yanî zimanê wî yê ku me jî dike ta’bih û âidî wî ye…
Em bi qelemên xwe xulamê zimên xwe ne; xulamine ji gelek û mir û axayan bi rûmetir!
Bi rêz û silavên ji milkê dil…
Bi navê Komeleya Nivîskarên Kurd
26/06/09
*
Têbiniya Diyarnameyê: Em wekî Diyarname tişteke baş û di cih de dibînin ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr nivîskarên kurd vexwendin xwarinekê û guh da gotin, daxwaz û hêviyên wan.
Ji ber vê girîgiyê me hem nûçeya vê şevê weşand, hem jî nivîsa Omer Dilsoz me ragihand we. Dîsa ji ber van egeran niha jî em axaftina nivîskar û helbestvan Arjen Arî ku di şevê de kiribû peşkêşî we dikin.
***
Nivîsên eleqedar: