Diyarname
Di 40 salên dawî de li nav kurdan bi hezaran çîrokên lehengan derketine holê. Hin hatine ji bîr kirine hin hatine nivîsîn. Hin bûne pirtûk, hê hê dibin. Yek ji wan ku niha li ber dest e jî di pirtûka "Zemherî" de derketiye pêşberî xwendevanan. Nivîskar Îsmaîl Bîçen ku niha di girtîgehê de dîl e pirtûka xwe ya bi navê "Zemherî" ku çîroka lehengên kurdan vedibêje ji Weşanên Evrenselê derket.
Îsmaîl Bîçen di sala 1973'yan de li Erxeniya Amedê hatiye dinê, heta Lîse li Erxenî xwendiye. Wî di sala 1990'î de li Wanê dest bi xwendina Fakulteya Baytarî kiriye û di dema ku hê xwendekar bûye, di gulana sala 1992'yan de beşdarî gerîlayan bûye. Piştî gerîlatiya li gelek herêman di sala gelawêja 1999'an de di operasyonek de hatiye girtin û hatiye tewqîfkirin. Dadgehê cezaya muebbetê lê biriye. Heta niha du pirtûkên Biçen derketine: "Rosa Rosia Rosiana, helbest, Weşanên Cinius, 2011", "Dagin Ardi, roman, Weşanên Aram, 2013. Bîçen ku li girtîgehê nivîsandina xwe didomîne xeyala xwe ya pêşerojê wisa tîne ziman: "Xeyala min ew e ku rojekê ji girtîgehê derêm, herim cem malbata hevalên min ên ku şehîd ketine û ji bo wan qala zarokên wan bikim."
Bîçen di "Dagin Ardi" de qala operasyona leşkerên dewleta tirk a li li Eyaleta Amedê û berxwedana gerîlayan kiribû, di vê pirtûkê de jî qala lehengiya 12 gerîlayên kurd dike. Di sala 1998-1999'an de li herêma Dorşîna Amedê leşker operasyonek mezin li dar dixin, 12 gerîla di encama operasyonê de li wê zivistanê dicemidin û jiyana xwe ji dest didin.
Weşanên Evrensel ku niha di 34'emîn Fûara Pirtûkan a Stenbolê de standek mezin vekiriye, pirtûka Zemherî jî li wê derê radigihîne xwendevanan.
Zehmerî / Îsmaîl Bîçen / Weşanên Evrensel / 195 rûpel / Roman