Diyarname
Li Rojava ji ber vîrusa koronayê tevdîrên nû têne girtin û hemû deriyên dikevin Rojava têne girtin.
Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryareke bi hejmara 70’yan weşand. Li gor biryarê hemû deriyên li ser sînor ji ber vîrusa koranayê roja 13'yê mehê têne girtin.
Di d axuyaniyê de ev xal hatin belavkirin:
1- Tevahî dergehan ji duşemê (13.07.2020) ve bi temamî têne girtin.
2- Ji 13.07.2020'an ve kesên derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bibin, dê heta 14 rojan bikevin karantînayê.
3- Ji ber vîrusa koronavîrusê, nabe tu cenaze derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bibin.
4- Divê rêgeza dûrketina ji hev li cihên olî, konên sersaxiyê, şahî û civînên mezin pêk were.
5- Tenê xwendekar ji vê biryarê heta ku ezmûnên xwe bi dawî bikin, têne îstîsnakirin. Lê divê tevahiya tedbîrên tenduristiyê bêne girtin.
Rêveberiya Xweser piştî ku vîrusa koronavîrusê li herêmên di bin serweriya hikumeta Sûriyê û dewletên cîran de berbelav bû, ev biryar da.