Diyarname
Leşkerek îngilîz di 14'ê adara 2005'an de çû cem dixtorê diranan û diransaz coya giranên wî paqij kir, lê leşker ji wê rojê de bîra xwe winda kiriye û pêşerojê nabîne. Ew leşker her serê sibê dibêje qey ew roj 14'ê adara 2005'an e.
Leşkerê ku navê wî tenê wekî "WO" hat eşkerekirin, ji wê rojê heta niha tenê 90 deqîqe bîr jêre çêdibe, loma her serê sibê dibêje qey wê rojê dijî.
WO yê bavê du zarokan bi saya rojnivîska elektronîk karê xwe dike. Ew her serê agahiyên derbarê ew kî ye de li "bîra" xwe ya elektronîkî dike, zewaca xwe, bûyîna zarokan, mirinên çêbûne ji nû ve hîn dibe. WO dibêje herî zêde mirina kûçikê wan ku wî jê hez dikir wî şaşwaz dike û wisa dibêje: "Erê ez dizanim pirsgirêkên bîra min hene. Ez dizanim adara 2005'an e lê ne wisa ye."
Fîlmê "50 Kisses Dates"
Di fîlmê "50 Kisses Dates" (50 maçkirinên pêşî) ku Adam Sardlar û Drew Barrymore bi hev re dilîst de lîstikvana jin jî bîra xwe winda kiribû û lîstikvanê mêr dikir ku her roj careke din lîstikvanê li ser xwe evîndar bike. Çîroka vî fîlmî jî dibişe çîroka WO.