Diyarname
Di Kûpaya Ziraatê ya Tirkiyeyê de ji bo Dora 4'emîn îro pişke hat kişandin. Di Kûpaya Ziraatê ya Tirkiyeyê de ji bo Dora 4'emîn îro pişke hat kişandin. Reqîbên Amed Spor û Batman Petrol Sporê diyar bûn. Buca Spor bû reqîbê Amed Sporê û Denîzlî jî bû reqîbê Batman Petrol Sporê.
46 tîmên di Dora 3'yemîn de bi ser ketin û 8 tîmên Lîga Super bi giştî 54 tîm beşdarî pişkeyê bûn. Maçên Dora 4'emîn rojên 24, 25 û 26'ê kewçêrê dê bêne lîstin. Kîjan tîm bi ser bikeve dê beşdarî Dora 5'emîn bibin. Ji tîmên kurdan Amed Spor, Batman Petrol Spor jî di nav de bi giştî 54 tîm dê ligel reqîbên xwe carek bi hev re bilîzin û bikin ku derbasî Dora 5'an bibin.
Ji tîmên Îzmîrê Buca Spor û Amed Spor li Îzmîrê dê bi hev re bilîzin. Her du tîm jî niha di Lîga 2'yemîn Koma Sor de dilîzin û di dawiya 5 hefteyan de Amed Spor bi 8 pûanan 5'emîn, Buca Spor bi 6 pûanan di rêza 11'emîn de ye. Her du tîm di asta hev de ne.
Ji bo Batman Petrol Sporê jî Denîzlî Spor derket. Maç li Batmanê dê bê lîstin. Batman Petrol Spor di Lîga 3'yemîn, Denîzlî Spor di Lîga 1'emîn a PTT'ê de ye.
**
Nûçeyên eleqedar:
- Batmanê tîmek mezin Goztepe Spor têk bir
- Amed bi ser ket Diyarbekir têk çû
- Maçên Kûpaya Ziraatê îro dest pê dikin