logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Zimanek kengî dimire?

Ji aliyê ziman ve rexneyek li sazî û kesên ku 'xwe bi tirkî îfade dikin'...

  • Dîrok: 02/05/2015
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Samî Tan

Zimanek kengî dimire? Bi awayekî gelemperî dema ku pêaxêvên wî neman, ew dimire. Lê belê berî wê jî ziman tûşî gelek nexweşî û derd û kulan dibe. Ziman roja ku derfetên pêşketin û perisîna suriştî ji dest dan, anku gava ku pêkanîn û dariştina peyvan bi awayekî suriştî pêk nehat, civakê di nava jiyana xwe ya suriştî de li gorî pêdiviyên xwe peyv, qalib û şayesên nû neafirandin, li şûna wan tiştên ji zimanên din bi awayekî bêserûber derbasî zimanê xwe kirin, hingî derbeyên mezin dixwe û gav bi gav giyanê xwe bi dest ruhistînê ve berdide.  Heke karê parastin û pêşvebirina zimanekî bi tenê li ser pişta komek “pispor” ma, peyv li ser maseyê, bi berawirdkirina bi peyvên zimanên din re hatin dariştin, ew ziman cil û bergên zimanên din li xwe dike. Tiştê ji wê jî kambaxtir ew e ku xwendeyên wî zimanî hemû materyalên xwe bi zimanekî din binivîsin û rabin li zimanê xwe (qaşo) wergerînin.

Mixabin îro rewşa me kurdan jî ev e. Bala xwe bidin daxuyaniyên me, bi piranî zirwergerên ji tirkî ne. Mirov di hin rewşan de pêwîstiya wergerê fehm dike û hin caran werger di pêşketina zimanekî de xwediyê kartêkirineke taybet e, lê hin caran jî mirov bi tu awayî nikare pêwîstiya wergerê rave bike. Bo nimûne heke saziyeke li Amedê rabe daxuyaniya xwe bi tirkî amade bike û ji hinekan bixwaze ku li kurdî wergerînin, ev ne şermeke mezin e? Her wiha heke tevgera çandê ya ku divê kadroyên wê ji her kesî baştir karibin kurdî bi kar bînin, hê jî bernameyên xwe bi tirkî amade dikin, bi zirkurdiyeke kakiltirkî pêşkêşî raya giştî dikin em ê çi xweliyê li serê xwe bikin?  Her wiha heke şanogerên me bi tenê li ser sehneyê kurdiya jiberkirî bi kar bînin, rojnamegerên me bi tenê li ber kompîturê kurdî were bîra wan, hingî em mirine lê hê serê me li kevirê ehed û wehedê neketiye.

Berî çend rojan bernameya saziyên çandê yên Marmarayê ya der barê “Rojên Çand  û Hunerê yên Kurdî” de gihaşt ber destên min. Min bala xwe da kurdiya wê, min nezanî gelo ez bikenim an bigirîm. Binêrin di wê bernameyê de PKK wekî “cînavk” hatiye binavkirin. Bi rastî ev gotin bi tena serê xwe lêpirsîneke berfireh heq dike. Cînavk têgiheke rêzimanî ye, ew beşa axaftinê, bi gotina Celadet Bedirxan “bira qisetê” ye ku cihê navdêrê digire. Heke bibêje, PKK li Rojhilata Navîn hêzeke xurt û sereke ye, ma dê dinya xera bibe?

Qaşo wergêr ji bo ku peyva tirkî “özne”yê wergerîne kurdî hewl daye, peyva “kirde” nehatiye bîra wî, lewma jî peyva “cînavk” bi kar aniye. Jixwe heke peyva “kirde” bi kar bianiya jî dê dîsa şaş bûya. Ji ber ku ew têgiheke rêzimanî ye, tu carî cihê “biker” nagire.  Binêrin tirkan di nava nod salî de ji xwe re zimanek çêkir. Îcar em jî vî zimanê çêkirî li ser kurdî ferz dikin. Gelo hûn dizanin ku peyva “nesne” ji qalibê “ne ise ne” pêk hatiye?  Her wiha peyva “özne” jî bi riya şibandinê hatiye dariştin û peyveke şaş e. Belê şaş e, ji ber ku di tirkî de paşgireke bi rengê “ne” nîn e. Helbet heke di wergera bernameya Tevgera Çandê de bi tenê ew şaşî hebûya, me pêwîst nedidît ku em ewende bala we bikişînin serê. Lê belê heke mirov tirkiya wê nexwîne, mirov tiştekî ji kurdiya wê fehm nake.

Heçî çapemeniya me ye, bi salan kurdiya werger bide dane xwendin. “Operasyon şemitandin”, “bivir li pêvajoyê xistin”, “xebat vala derxistin”… Niha xweşbextane ajans êdî nûçeyên xwe bi kurdî çêdikin, em hêvî dikin ev kar zêdetir bi pêş bikeve, xebatkarên ajansan jiyana xwe de jî kurdî bi kar bînin û karibin mêjiyê xwe jî, mêjiyê me jî ji nivîs û gotarên wergerandî rizgar bikin.

Binêrin heval û hogirên me der barê ziman û perwerdehiya kurdî de komxebatan li dar dixin, lê belê hinek radibin dibêjin, “Ben kendimi Kürtçe ifade edemiyorum.” Heke wisa be, tu hatiye çi? Hinekan tu bi darê zorê aniye vir? Niha me li ser navê welatparêziyê her du destên xwe xistine qirika zimanê kurdî em bi hemû hêz û şiyana xwe diguvêşin, tu nemaye ku ew ziman ji ber vê eşq û evîna me bixeniqe. Divê haya me ji me hebe.

30.04.2015, ji malpera Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê hatiye girtin. Sernav me guhartiye


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Îbrahîm Tatlises vedigere Tirkiyeyê

ad

Hunermend Fetane Welîdî mir

ad

Weşana Bugun û Kanalturkê dan rawestandin

ad

Hakêmê Kûpay Cîhanî eşkere bî

ad

Trênên bi hîdrojenê dixebitin zêde dibin

ad

Venezuela'ê McDonald's qedexe kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname