Diyarname
Hunermend Îbrahîm Tatlises ku niha li Murnauya Almanyayê di klînîkekê de tê dermankirin dê hefteya yekemîn a meha pêşiya me de vegere Tirkiyeyê.
Tatlises ku ji 8'ê avrêlê ve li Almanyayê ye bi lez ber bi başiyê ve diçe. Hunermend ku sedî 80'ê felcê di rûyê wî de baş bûye, bêyî alîkariya dixtoran rabû ser piyan û 12 deqîqe bi serê xwe meşiya.


