Amed
9'emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Amedê bi vekirina 4 pêşangehan dest pê kir.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, ji bo aştî her kes vexwend festîvalê.
Festîvala ku 27'ê mehê dest pê kir heta 30'ê mehê dê li dar be. Festîval bi vekirina 4 pêşangehan dest pê kir;
- Çend zeman bihurîn
Pêşangeha Fewzî Bîlge bi navê "Çend zeman bihurîn" û ya Rabia Arslan "Jin" li Mêvanxaneya Şaredariya Bajarê Mezin li dar ket.
- Zarokên Mexmûrê û Mexmûr
Ji girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê pêşangeha Kemal Zengin û M. Ali Yaşa ya bi navê "Bi çavê zarokê Mexmûrê Mexmûr" li Sumerparkê vebû.
- Roj
Pêşangeha Haci Çelik ku ji 40 tabloyan pêk tê ya bi navê "Roj" li Navenda Çanda Dîcle Firatê li dar ket.
- Qerejdax
Pêşangeha fotografan a Umut Kaçar a bi navê "Qerejdax" jî li Salona Konferansê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê vekiribe.
Şaredar Baydemîr piştî beşdariya vekirina pêşangehan kir çû serdana atolyeya seramîkê û tevî hostayan seramîkê bû.
Her wiha di roja yekem a festîvalê de koroya "Rengê me û dengê me" ku endamên vê koroyê di bin banê Navenda Çanda Dîcle Firatê de kar dikin stranên nostaljîk pêşkêş kirin.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Hemû bernameya Festîvala Amedê
- Deriyên Festîvala Amedê vedibin
-