Diyarname
Di tûrnûvaya Euro 2020'î de maçên Dora 16'an têne lîstin. Hollandaya ku li ser kevneşopiyeke mezin bûye nikarî li hemberî çekan ber xwe bide.
Komara Çek (Çekya) bi 2 golan ji Hollandayê got mafê te heta vir heye û ew şand mal.
Berî maçê favorî wekî Hollanda dihat nîşandayîn. Hollanda di Koma C de di her sê maçên xwe de bi ser ketibû û bi 9 pûanan hatibû Dora 16'an. Komara Çek di Koma D de bûbû sêyemîn û ji kontenjana "Sêyemînên serketî" hatibû Dora 16'an. Lê her tişt li sehayê diqewime û encam dide, ne li ser kaxiz.
Çekya di deqîqeya 68'an de bi Tomas Holes, di deqîqeya 80'ê de jî bi Patrik Schick maç bi 2-0 bi dest xist. Bi vê encamê Çekya derbasî çarîk fînalê bû û bû reqîbê Danîmarkayê.
Çekya û Danîmarka di çarîk fînalê de wê roja 3'yê tîrmehê saet 19'an de bi hev re bilîzin.
Belçîkayê Portekîz şand mal
Di maça diduyan a Dora 16'an de Belçîka û Portekîz hatin hemberî hev. Belçîkayê bi tenê golek şampiyonê tûrnûvaya berî vê Portekîz têk bir û ew şand mal.
Lîstikvanê Belçîkayê Thorgan Hazard ji devreyî sehaya ber kelehê şûtek wekî fûzeyê şand û gog di fîleyê de çikand. Piştî vê deqîqeyê ligel hemû êrîşan jî Portekîzê nekarî berisvê bide û pişta stûyê xwe xurand.
Bi vê encamê Belçîka derbasî çarîk fînalê bû. Bi vê encamê di çarîk fînalê de Belçîka bû reqîbê Îtalyayê. Maça wan roja 2'yê tîrmehê d3e saet 22.00'yan de bê lîstin.