Diyarname
Gîtarîst Cem Şivan Ergul li Festîvala Gîtara Klasîk a Navneteweyî ya Saraybosnayê bi ser ket û xelat girt.
Gîtarîst Cem Şivan Ergul 25 salî ye. Ji zarokatî ve li gîtarê dide. Ergul berî Di Festîvala Gîtara Klasîk a Stenbolê û di Festîvala Navneteweyî ya Alirio Diaz de jî bi ser ketibû. Niha ew ji Saraybosnayê jî bi xelatê vegeriya.
Festîvala Gîtara Klasîk a Navneteweyî ya Saraybosnayê ji aliyê Yekîtiya Gîtarîstên Federasyona Bosna Hersekê ve tê organîzekirin. Îsal 15'emîn car di navbera 16-20'ê mehê de li dar ket. Di 7 kategoriyan de zarok û ciwan hunera xwe pêşkêş dikin. Cem Şivan Ergul jî di nav kategoriya "Yên 2005 û jê jêrtir hatine dinyayê" de hunera xwe pêşkêş kir. Wî stranên Sebastian Bach, M.C. Tedesco, M. Ponce û Hans Haug bi gîtara xwe pêşkêş kirin û bi ser ket.
Ergul ê 25 salî bi yek dengî Xelata Mezin a Juriyê girt. Dîrektorê festîvalê Dani Sehu û Serokê Juriyê Hubert Kappel xelat da Ergulî.
Ergul di sala 2001'ê de hatiye dinê. Ew kurê helbestvan Selîm Temo ye. Ergul ji sala 2024'an ve li Konservatuara Kraliyetê ya Hollandayê perwerdehiya ya lîsansê temam kir. Ew niha li Zanîngeha Anton Bruckner a Avusturyayê li xebata xwe ya muzîkê didomîne.



