Edene
Serê sibê li avahiya rêxistina HDP'ê ya Edene û navçeya Seyhanê ya li ser Kolana Cemal Gorses a li taxa Tepebag a Edeneyê teqîn pêk hat. Di encama teqînê de Hevserokê Rêxisitna HDP'ê yê Seyhanê Huseyîn Beyaz, rêveberên HDP'ê Îbrahîm Yakut û Selahattîp Pîşkîn jî di nav de 4 kes birîndar bûn. Di encama teqînê de şewat pêk hat û şewat ji aliyê îtfaiyeyê ve hate vemirandin. Kesên birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Mêrsîn
Bombeya ku duh di guldanka ji bo Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê hat şandin, îro 10 deqîqe piştî taştê teqiya. HDP'iyî bi siûd bûn ku dema ji ser taştê rabûn teqîn pêk hat û kes nemir.
Îro saet li dora 10.00'an di avahiya HDP'ê ya Mêrsînê de teqîn pêk hat. Lêkolîna yekîneyên îmhaya bombeyê li avahiyê didome. Hat gotin ku duh bombe di guldankê de ji bo HDP'ê hatiye şandin. Hat diyarkirin ku bombe li gorî demê hatiye ayarkirin û piştî taştê 10 deqîqe şûnde teqiya ye. Guldank bi rengê kesk, sor û zer hatibû xemilandin û şandibûn HDP'ê. Kesê ku guldank ji kesê nasnameya wî nediyar wergirt, danî balkonê. Rêveberên HDP'ê piştî ji ser taştê rabûn û belav bûn teqîn pêk hat û tiştek bi kesî nehat. Piştî belavbûna kesên li HDP'ê tenê 3 kes li wir mabûn û bombe wê demê teqiya, ev kes bi perçeyên bombeyê birîndar bûn. Teqîna bombeyê zerar da avahiyê û tirsek mezin belav kir.
Piştî teqîn hat bihîstin Hevserokên HDPê, Namzetên HDP'ê yên Mêrsînê, parlamenterê CHP'ê yê Mêrsînê Fîkrî Saglar, Hevşaredarên Akdenîzê Yuksel Mutlu û Fazil Turk jî di nav de bi sedan welatî li ber avahiya HDP'ê kom bûn û bertek nîşan dan. Welatiyên li ber avahiya HDP'ê kom bûn û xwestin derbasî avahiya HDP'ê bibin, rastî astengiyên polîsan hatin û nîqaş derketin. Piştî demekê nîqaş pêk hatin yekîneyên îmhaya bombeyê derbasî avahiyê bûn û lêkolîn dan destpêkirin.
Welatiyên li ber avahiya HDP'ê kom bûn diruşmên "Bijî HDP, bimre AKP", "Zext me têk nabin" berz kirin.
15 deqîqeyên muhîm
Endamê Kordînasyona Hilbijartinê yê Bajarê Edeneyê Ahmet Akçay ê di teqînê de birîndar bû, qala wê demê kir. Akçay anî ziman ku piştî civîna li avahiya bajêr ew daketiye avahiya navçeya Seyhanê ya di qatê diduyan de ye û got: “Me di odeya hevserokê navçeyê de civîn li dar xist, em 15 deqîqe dereng man. Heke me 15 deqîqe dereng dest pê nekiriba dê di civînê de bombe biteqiya.”
'Êrîş nikarin pêşî li me bigirin'
HDP'ê piştî bombekirinê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku tu êrîş nikare pêşî li wan bigire.