Li qata çaran, li ber pencereyê danişîme. Pencereya ku berî li rohilat e -ku qedera wê jî bed e- perwaz vedaye ber bareşê. Ba-reş digobile, bi dilodînî hêl dike, hol dike, hal dike her tişta ku bi ber dêv dikeve. Perwaz wekî ku hulimî bin, ketine heytehola bê.
Ewrekî tarî, û qîrqîr girtiye qotê bajêr. Dil dike qîjot, wiha tarî! Reş ê qetranî... Li asoyê hew ala reşbîniyê li dar e. Ewr bi dilê xwe ye, reş destmala di dêst de -destmal reş, ba reş! Bed im, bêhnteng im û zivêr... ewr reş, ez reşbîn; ma ji bilî vê tiştekî dîtir heye li asoyê ku bixwînim!?
Dilê min diguve ser hev. Dûrî vedigire bala min seranser, dûrîdestî... dûr im -ji xwe, ji her der û tiştê. Daxê daye dil û wekî ku min daxê daye dilê bê jî. Tê ba, reş dibêje.. û zirz diheje! Bi dil vedide, wekî ku marekî reş e...
Dil diguve, dil diguve... kurmekî bêdev e; mîrato çi jî dilbij e, dimije xwînê!
Baran dibare. Kolan vikî vala ye. Lambeya ku bi dîregê elektrîkê ve ye kolana ronî dike -kolana ku ew jî bi kevirên reş raxistî ye!
Reş e bala min, wekî ku wê reş -êvara Helbestkar -ku dibêje; “Vê êvarê min nepê, lew wê şev reş û spî be.”
Reng e ku îşev helbestkarek qesta “êvareke reş û spî” bike -li derengî şevê.