Diyarname
Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê bi Zagona Rewşa Awarte mohr li deriyê 370 komeleyan da. Di nav van de komeleyên kurdî û komeleyên parezêran jî hene.
Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê ji duh de berê xwe daye komeleyên ku di gelek waran de xebatan dikin û mohr li deriyê wan dide. Hinan bi "rawestandina xebatan ji bo 3 mehan" mohr dike, hinan bêyî tiştek bibêje. Di nav komeleyên hatine girtin de yên kurdan û yên li ser kurdî xebatê dikin jî hene. Hin şaxên NÇM'ê, Kurdî-Derê para xwe ji vê girtinê girtin.
Hin ji komeleyên ku hatine girtin ev in:
NÇM Îzmîr, Mêrsîn, Edene
Ji komeleyên malbatên girtiyan YAK-DER'a Îzmîrê, TUAD'a Stenbolê
Kurdî-Dera Îzmîr û Enqereyê
ÇHD (Komeleya Hiqûqnasên hemdem)
OHD (Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz)
Komeleya Jinan Gokkuşagi ya li Stenbolê
Koç-Ger a li Stenbolê
Li Amedê Komeleya Sarmaşikê ku li hemberî feqîrî têdikoşiya hat girtin
Her wiha Komeleya Rojava û Navenda KJA'yê jî hatin girtin
Komeleyê Meya-Der yên li Amed û Dêrsimê hatin girtin
Dîsa Walîtiya Amedê telefonê Komeleya Nivîskarên Kurd jî kiriye û gotiye ewê werin komeleyê bigirin.
Not: Ev nûçe 11'yê mehê hatiye weşandin, 12'yê mehê hatiye nûkirin