Li dû Peyva MAHABAD’ê
Xwehê, dest pê dikim bi peyvê -Têhna peyvê tu yî! Bi peyvê dibêjim vê; lê, ne bi peyvê dest pê kir vê çîrokê, bi nêrînê li me deng veda. Nêrîn bû zimanê wê. Dêrîn e ev çîrok, dêrîntir ji peyvê.
Wê hingê gotin tune bû, peyv hê nebû, hê li dera han guloka pirsê bû peyv, nêrîn hebû û hew! Ma ne “Nêrîn Evîn e*” gotibû helbestkar -Evîn Tu yî!
Berî peyvê dil hebû, du çav vebûn bi qesta dil; du çav, du awirên wekî ku du cobarên avê. Paşê du dest û têhneke ku hêlam mest -lerizîn dest, destên te parzemîna winda. Mam bişirîneke gulgenimî, hilawestî li keviya dêv.
Nêrîn meya li peyvê. Xwîn bedew bedew bi lewlewê vebû. Zeman bi pertav -zeman bû masî! Mista te bi gul, mista de destegulek, ew destegul te da destê dil. Evînê kire kurtepist, peyvê bayek di ber guhê min re berda! Adar bû, bihar bû li dara dil.-derdor bihar bêhna min Tu!
Te da hev navber li Me. Dil raperî, xwîn li Me keliya, xwîna dilan! Te veweşand jê peşkên çiravê û bertav kir sorê gulê -sorê gulê tu, tu gula ku bi du çavan bi dil veda!
Xwehê, dil hebû berî peyvê. Tu Xweha peyvê û ez birayê li pey wê.
...
Berî peyvê Êvarek bû, êvar esmer, tu esmer...** û wekî ku helbestkar dibêje ne Temmûz lê Adar esmer...û dilê min go bide dû, veneger!
* Navê helbesteke Îlhan Berk
** Helbesta Arjen Arî
***
Nivîsên Yeqîn H. ên din ên bi MEHABAD'ê ve girêdayî: