logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Siyasetmedar Mehdî Zana mir
  2. Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin
  3. Jinên Amedsporê bi 7-0 li pêş bûn, reqîb vekişiya
  4. Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e
  5. Zanîngeha Rojava dijî biryara Wezareta Perwerdehiyê derket

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Pêdiviya Başûr bi Salih Muslim heye

  • Dîrok: 18/10/2017

Ev tiştên ku ez niha binivîsim bi îhtîmaleke mezin dê bi kêrî tiştekî neyên. Lê dîsa jî werin em bi hev re li van sernavan û notan binêrin. Ha, sernava nivîsê, bersiva min dê di dawî de be. De em dest pê bikin...

Serokwezîrê Îngilistanê îstîfa kir
Li Îngilistanê raya giştî dixwest welat ji Yekîtiya Ewropayê (YE) veqete, hin wezîr û mebûsên partiya desthilatdar jî. Li ser vê Serokwezîrê Îngilistanê David Cameron mecbûr ma û biryara lidarxistina referandûmê da. Cameron dixwest Îngilistan li nav YE'yê bimîne û ji bo vê yekê kampanya jî li dar xist lê di dawiyê de ji referandûmê "erê" derket (23.06.2017) û gel biryar da ku ji YE'yê veqetin. Cameronê ku li ser "na"yê xebitî bû li ser vê encamê di cih de îstîfa kir.
Serokê Herêma Kurdistana Federe Mesûd Barzanî ligel ku dema wî ya serokatiyê bi dawî bûbû jî hilbijartin li dar nexistibû û bi ser de jî bêyî piştgiriya hemû partiyên li meclisê (partiya duyemîn jî di nav de) biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê da.
Ji referandûmê "erê" derket (25.09.2017) bi sedî 92. Tiştê ku Barzanî bikira ew bû ku xurtir xwedî li vê erê derkeve û soza ku daye, kurdan ber bi wê sozê ve bibe. Yanê di kurtedemê de serxwebûnê ragihîne. Lê berevajî çi bû? Hê mehek bi ser referandûmê re derbas nebû serxwebûnê jî deyne aliyekê axa ku ketibû destê wî û rêveberiya Başûr jî winda kir. Ne bi şer, bê şer, bê berxwedan... Ger ev der Îngilistan ba dê Barzanî îstîfa bikira. Ne tenê Mesûd Barzanî, Serokwezîr jî, Serfermandarê Artêşê (ku tiştek wisa nîn e, li jêr emê li ser bisekinin) jî... Ha, dibe ku serê sibê rabe îstîfa bike jî lê ne bawer im.
Baş e dikare çi bike? Dikare meclisa ku serokê wê ji ber PDK'ê nikare bikeve Hewlêrê jî li hev bicivîne, biryara hilbijartinê bide û heta wê demê karê xwe bidomîne, piştî hilbijartinê teslîmê kesê/a hatiye hilbijartin bike.

Serokê Katalonyayê, Serokê Başûr, qehreman an xayîn...
Katalonyayê biryar da ku dê referandûma serxwebûnê li dar bixe û li dar xist jî (01.10.2017). Lê ev biryar ne bi biryara Serokê Rêveberiya Xweser a Katalonyayê Carles Puigdemont tenê bû, biryara parlemenê bû. Lihevkirin hebû, gel û saziyên sivîl jî pêre, hemûyan erê dikir. Lê li Başûr çawa bû? Li Başûr tenê Barzanî hebû.
Reqîbên Barzanî êdî nîn bûn; Talabanî li ber mirinê bû, Newşîrvan Mistefa wefat kiribû, Ocalan girtî bû. Û di rewşeke wisa de Barzanî hem bi rayeyê, hem bi manewiyata rêberî ya di dest de qumar lîst. Em qumar dibêjin, ji ber ku ne qumar ba dê wekî Katalonyayê ligel partiyên din hemûyan li hev bikira, dê biryar ji meclisê derxista.
Barzanî qumar lîst, bi ser biketa dê di dîroka kurdan de biba leheng, lehengê mezin û ew dê ji nav rûpelên dîrokê êdî nehata jêbirin. Lê qumar bi ser neket û niha tiştên din ji dest jî çûn. Careke din dê bikaribe ew axa ji dest daye bi paş ve bigire? Mînak dê bikaribe Kerkûkê bi paş ve bigire? Kerkûk careke din di destê kurdan de bû, li wir jî erê derketibû û kurd sebilind bûn. Dê carek din Kerkûk bigihîje vê statuyê? Zor e. Loma di qumarê de bi ser neket û niha stêrkên wî xumam bûn.

Nameyeke baş, lê encamekî xirab
Serokwezîrê Karên Derve yê DYA'yê Reks Tillerson berî referandûmê bi du rojan nameyeke ji Barzanî re dişîne û dixwaze referandûm bi paş ve bê xistin. Nameyeke fermî... Têde xalên girîng hene û wisa dibêje, "Salek ligel Bexdayê muzakere bikin, ger muzakere bi ser nekevin emê piştgiriya mafê referandûmê bikin." Welatê herî mezin ê dinyayê piştgiriya mezin bi nameyeke fermî dide te, bi ser de jî bi xêra wî welatî tu hatî heta vir tu guh nadî... Tu guh nedî ew çima piştgiriya te bike?.. Bi ser de jî tiştê dibêje, tiştê dixwaze ne dijî mafên te ne. Tenê salek... Ma salek paşê tu refenadrûmê li dar bixî dê dinya xira bibe? Dibêje "Muzakere bikin" lê niha ew maf jî ji dest te çû. Niha muzakere hebe jî aliyê xurt ne tu, yên hatine Kerkûk jî di nav de axa te ji dest te girtine ne.

'Aliyek xiyanet kir' lê aliyê din?
Piştî dagirkirina Kerkûkê ji aliyê Heşdî Şebî û leşkerên Iraqê re Mesûd Barzanî daxuyanî dide; "Li nav aliyekî siyasiya navxweya Kurdistanê bû, ku cara dawî bûye sedema wê yekê ku hêzên Pêşmerge bi wî awayê ku hate dîtin bi paş ve vekişin". Daxuyaniyeke nivîskî. Yanê dernakeve pêş gel jî. Di dema morala gel xira bûye de, tenê çend rêzikên sar... Erê me jî bawer kir "aliyek" ew der firot... Erê ji bo Kerkûkê "aliyek" bû sedem û ew alî jî ne tu yên din bû. Baş e, lê Mexmûr, Şengal? Ew der destên hêzên te de bûn. Dîsa tu çawa Serok î ku kes guh nade te? Ka çapemeniya bin destên te de ji bo te digot "Serfermandar"... Ger serfermandar tu bî çawa "aliyek din" bê te biryara bi paş ve kişandinê dide? Ma "Serfermandar"ekî wisa mezin dema gavek diavêje nikare gavên li pêş û paş xwe, gavên li kêleka xwe bihesibîne? Ger nikare çawa "serfermandar" e? Ger nikare gelê wir dê ji niha û pêde çawa pê bawer be?

Projeya 'Du artêş'an têk çû
Li dinyayê welatekî bi du artêşan nikare bibe welat, her kes xwedî yek artêş e lê yên kurdan "Pêşmergeyên PDK'ê", "Pêşmergeyên YNK'ê" hene; mixabin artêşek nîn e. Yên YNK'ê Kerkûkê berdin, yên PDK'ê jî Misûlê, Mexmûr û Şengalê dihêlin û diçin... Yên ku digotin "Pêşmegeyên Roj" bila herin Rojava belkî niha fêm bikin ku li welatan du artêş nabin. Me got "Pêşmergeyên Roj" ew hatin bîra me, ka ew "qehreman" li ku bûn, çima deng nekirin?
Tiştek din Serfermandarê Eniya Başûr Rojava yê Pêşmergeyan kî bû? Dr. Kemal Kerkûkî. Erê lê ew ne dixtor e ji ber ku zanîngeh xilas nekiriye, û wî zanîngeha leşkerî jî nexwendiye... Lê serfermandar e. Niha em bibêjin bila ew jî dest ji serfermandariyê berde û ji bo li Başûr artêşek yekgirtî û serketî çêbe peywirê bide ciwanekî dê çawa be?

DYA em nefirotin
Hinek li ser nêrîna "DYA'yê em firotin" in. Na, çima DYA we bifroşe? We çi lehengî kiriye ku DYA mêze kiriye ev karin bikin û we bifroşe? Em wisa binêrin: Pêşmergeyan li dora Kerkûkê û navçeyên din xendek dadana, tenê 10 roj ber xwe bidana dê DYA'yê ji aliyê din re bigota "Ka biseknin, hûn çi dikin?" û dê biketa navberê, dê alî we bigirta, dê pêşî li vî şerî bigirta, dê navbeynkarî bikira ji bo muzakereyan. Lê we guleyek jî neavêt û we radest kir erd, ezman, petrol û rûmet... Di rewşek wisa de, bi ser de jî we guh nedaye nameya wan, çima alî we bike?... Helbet ev der Rojhilata Navîn e, gav li gor demê diguherin lê li gor gava niha ne DYA, yên di nav kêmasiyan de ne Başûr bi xwe, rêveberiya Başûr bi xwe ye.

Ka dilopa xwîna dawî?
Ma hê wê rojê "serfermandar" negot "Emê ji bo Kerkûkê heta dilopa xwîna xwe ya dawî şer bikin"? (03.09.2017) Kesek wisa bibêje dê fêm neke ku ji bo wê derê tevdîrê bigire? Ne tevdîr, ne jî xwîn rijand... Hema teslîm kir... Erê dibe wî teslîm nekiribe jî lê niha Serok ne ew e? Dê raya giştî ji wî hesabê nepirse dê ji kî bipirse...

Aborî ji bo kî?
Bifikirin ku hûn serokê welatekî ne, lê we welat nekiriye yek parçe, berevajî we parçe parçe kiriye... We aborî jî parçe kiriye. We polîtîkayeke aboriyê ya yekgirtî ya welat çênekiriye. We petrol firotiye lê we hesab nedaye meclisê, we hesab nedaye patiyên din. Partiya we û partiya din ku ji salên 90'î ve wekî ya duyemîn bû bi xwe petrol firotine, we herduyan ji xwe re pere xwarine... Kesî newêriye bibêje ka hûn van pereyan pê çi dikin? We jî rojek negotiye welatek bi vî awayî nayê birêvebirin... Dema wisa be dê çawa be? Dê wisa be: Hûnê parçeyek welat bifroşin welatek, dê yên din bifiroşin welatekî din.. Û bi vî awayî dê ne diyar be kîjan xiyanetkar e, kîjan leheng e...

Çapemeniya ne ji bo gel, ji bo partiyan
Aliyek din ku Başûr xurifandiye jî çapamenî bi xwe ye. Çapemeniya her partî ji bo partiya xwe, ji bo derdora xwe xebitiye. Yekî ji wan negotiye rêgezên çapemenî ne wisa ne, çapemenî ji bo parastina berjewendiyên gel e ne ji bo berjewendiyên partiyan e... Û vê çapemeniyê her roj agahiyên nerast, agahiyên berevajîkirî pêşkêş kirine. Di bûyera dawî de jî çapemenî her berevajî kir. Dema ji Kerkûkê pêşmergeyên YNK'ê reviyan bi awayekî eşkere gotin, lê dema ji Şengalê pêşmergeyên PDK'ê reviyan (em qala 2017'an dikin) negotin, gotina "Heşdî Şebiyên êzîdî li hev kirin"
bikar anîn... Û gelek tiştên din...

Qraliyeta Spanya, Malbata Barzanî û Talabanî
Êdî li Başûr siyaset têk çûye, malbatî jî têk çûye. Em dibêjin têk çûye lê ew wisa difikirin yan na meseleyeke din e. Divê her du malbat jî êdî vekişin. Her du malbat bi awayekî malbateke bi hurmet dikarin bimînin, bila bimînin, lê bila siyasetê nekin êdî. Li Spanyayê hê jî qral heye û her sal Tûrnûvaya Kûpaya Kral li dar dikeve. Li Îngilistanê jî li Hollandayê jî qral heye, bila hebin. Bila li Başûr jî her du malbat hebin, bila li Başûr jî Malbata Barzanî hebe, Malbata Talabanî hebe û bila her sal li ser navê wan jî tûrnûva li dar bikevin lê bila dev ji siyasetê berdin. Ji ber ku encama îro sedem ji wan e.
Em mînakek din ji dinyayê bidin û dawî lê bînin: Li Avusturyayê hilbijartin li dar ket û partiya ciwanekî 31 salî yê bi navê Sebastian Kurz bi ser ket (15.10.2017). Li Başûr malbata Barzanî, Talabanî nîn be dê kes nikaribe siyasetê bike? Helbet dê bikaribe bike. Em nabêjin ji wan bila her kes dest jê berde, bila ew jî hebin lê ne hewceye Serokê Herêmê, Serokwezîr, Serokê Îstîxbaratê û nizanim serokê çi ji wan malbatan be. Helbet kurdên me yên Başûr jî wekî welatên xelkê dikarin ciwanekî jîr hilbijêrin...
Wekî di nivîsên berê de jî min gotibû "Gotin bi me kurdên Stenbolê, kurdên Ewropayê nakeve" û niha dîsa heman tiştî dubare dikim, lê vê lê zêde dikim: Ger ez li Başûr bama, li wir bijiyama û mafê min ê dengdayînê di hilbijartinê de heba min dê deng neda rêveberên niha.

Çima Salih Muslim?
Û em bên ser sernavê: Salih Muslim di rewşa herî dijwar de li Rojava Hevserokê PYD'ê bû. Tirkiyeyê jî gazî wî kir, Îranê jî. Rusyayê jî û welatên Ewropayê jî. PDK'ê jî, YNK'ê jî gazî wî kir. Wî ligel hemûyan hevdîtin çêkir. Lê Salih Muslim û partiya wî, ligel hêzên çekdar kir ku li Rojava, di nav kend û kospan de, di nav şerê ku her roj rêxistin û alîgirên wî diguherîn de rêyek da ber xwe û ew rê bi ser ket... Ne ku em dibêjin bila Salih Muslim bê bibe Serokê Başûr. Helbet ew bixwazin dikare bibe jî lê tiştê em dixwazin bibêjin kesekî wekî wî jîr, kesekî bikaribe rê û rêçikan baş bizane, bikaribe aliyan bîne ba hev... We got Kongreya Neteweyî? Min tişek negot... Ma kî dikare bibêje yekîtî ne tiştek baş e.. Welhasil, ji me jî gotin. Yên ku serketinê jî têkçûnê jî bînin başûrî bi xwe ne. De a bixêr.

**

Li ser Başûr du nivîsên Cemil Oguz ên dawî:
- Danberheva Katalonyayê û Başûrê Me 
- Bûyera Ferhat Sangewî û em nizanin referandûmê jî çêbikin

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Ji bo SezginTanrikulu

  • 14 Avrêl 2008

 Heta niha rû bi rû me qet hev nedîtiye. Ne xem e.Ez nizanim tu xwe nêzî kîjan partiya kurdan dibînin. Jixwe ne xem e jî.Ez nizanim tuyê di pêşerojê de xwe...

Ji bo 3 M'yan!

  • 16 Adar 2016

M'ya pêşî ji "M"ya Muhittin Batmanli (Serokê Koma Diyalogê ya Dîcle-Firatê) tê.Ji ber ku Hevserokê HDP'ê Selahattin Demîrtaş banga xwedî...

Rojnamegerî ne wisa ye

  • 17 Berfanbar 2008

Berî her tiştî: Derdê min ne ew e ez dersê bidim, ez bawerim pêdiviya kesî bi dersê jî nîn e.***Du bûyer, du rojnameger...***Rojnameger divê karê xwe bike....

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Pirtûka helbestan a bi navê “Serêkaniyê” ku ji aliyê Dîlan Şewqî ve hatiye nivîsandin,

news

Siyasetmedar Mehdi Zana ku ev çend roj bûn nexweş bû û li rexweşxaneyê bû îro mir.

news

E-Pirtûka “Gotinên Derûnkolerî” derket û jibo daxistinê linka jêr bitikîne

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

Roja Tiwaletê

news

"Em neviyê Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Meleyê Cizîrî ne; em rêhevalê Baba Tahirê Ûryan in"

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes de

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Ger HDP bibe partiya Tirkiyeyê...

ad

Efsaneyekî din çû: Kobe Bryant di qezayê de mir

ad

Amed Spor kongreyê saz dike

ad

Par pirtûkên ku herî zêde hatine firotin

ad

'Lara', 'Little Joe', 'Şuursuz Aşk' û yên din

ad

Hest, kela can û ziman di aşê asîmîlasyonê de

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Siyasetmedar Mehdî Zana mir

  • 29 08 2026
news

Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin

  • 29 08 2026
news

Jinên Amedsporê bi 7-0 li pêş bûn, reqîb vekişiya

  • 29 08 2026
news

Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e

  • 30 08 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname