logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Hest, kela can û ziman di aşê asîmîlasyonê de

Têkiliya mirovan bi zimên re pîroz e. Sedema vê jî ew e ku tevahiya hezkirina mirovan bi hawîrdora wan a civakî re, ji d

  • Dîrok: 11/10/2017
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

LUQMAN GULDIVÊ

Têkiliya mirovan bi zimên re pîroz e. Sedema vê jî ew e ku tevahiya hezkirina mirovan bi hawîrdora wan a civakî re, ji dê dest pê dike heta bi kesên mirov ji xwe û me re li deverekê rasta wê/wî tê diçe, hemû bi rêya zimanekî dibe. Ango tevahiya bîranîn û tecrubeyên mirovî ku mirov dikin ew kesê mirov ew e, bi rêya zimanekî mimkûn in. Zimanê bi dengan, bi îşaretan, bi bîhnan, êdî bi çi dibe bila bibe, ew ziman û ew tecrube bi hev ve girêdayî ne. Roj xêra wê bi zimanekî dayî zaroka we, wê tu carî rojxêreke bi zimanekî din şûna wê ji bo zaroka we negire.

Ew hezkirin, ew ji dilî û pakiya hingê wê zarokê hiskirî, tenê bi wî zimanî mimkûn e. Ew kêlî û ew hest êdî tenê bi wî zimanî digihîjin wê zarokê. Ev ji bo tevahiya kêliyên jiyana me lê ye. Ango bîranîna me ne tenê hin naverok û wêneyên xav û tamsar tomar dike, ew hest, bîhn, reng û kela canê mirovî ya wê kêliyê jî bi wî zimanê ew kêlî pê peyde bûye pê re tomar dike.

Ji ber wê ye, gelek ji me navên ku kalik û pîrikên me, dê û bavên me li me kirî, ji bo zarokên xwe jî bi kar tînin; bi gotinên wan kêfa xwe ji me re dianî, kêfa xwe bi hin tiştan tînin, bi hin kesan tînin; em wekî wan hez dikin û dema em vê dikin, em bi tenê dikarin bi gotinên wan vê bikin. Ji ber wê ye ku li gelek deveran êdî asîmîlasyona zimanî bi ser ketibe jî, ew çend gotinên tesîrker mane; hema te dît keseke bi yek lefzê bi kurdî nizane diyar, ji keçika xwe re got, "pisîka min"! Wey tu bi kurdî dizanî? "Nexêr, dapîra min ji min re digot, bi ya min tişta ku mirov dikare hezkirinê ji bo keçekê herî xweş îfade bike, ev peyvên bi kurdî ne."

Lê tenê ew peyvên kurdî mane, ew jî ne ji dê û bav, ji dapîrê. Ango asîmîlasyona zimanî bi temamî bi serketî diyar jî be, bi temamî ne serketî ye. Ev yek demeke dirêj dewam dike, carinan du nifş carinan jî sê nifş di ser nifşê di warê zimên asîmîlekirî re derbas dibin, heta ku pêvajoya qirkirina zimên, yan jî lînguîsîd û ya rastî şiklekî qirkirin (jenosîdê) bi ser keve.

Di rewşa bindestiyê de, dema ku komekê, civakekê ku xwedî zimanekî ye, kevirê xwe danî erdê, destê xwe ber xwe re berda û dest nehilanî ango li ber xwe neda, êdî ev pêvajoya asîmîlasyonê bivênevê ye. Tu tişt nîn e ku di rewşa serî tewandinê de neqewime. Ji ber wê ya muhim ji bo dê û bavan û ji bo nefsên civakekê ku naxwazin zimanê xwe ji dest bidin berxwedan û rika ferdî, birêxistinkirina berxwedan û rika malbatî û di ser wê de jî beşdarîbûn û birêxistinkirina berxwedan û asabiyeta civakî, qewmî ye. Bi vê asabiyetê ew dikarin zimanê xwe di rewşeke bindestiya siyasî de jî biparêzin.

Lê belê ji ber ku pirraniya ferdan, pê re jî dê û bav dema li siberoja zarokên xwe difikirin, hesabê tecrubeyên xwe dikin û gelek caran naxwazin zarokên wan bi tecrubeyên wan re ku bi ya wan zehmet yan jî ne baş in, rû bi rû bimînin. Ev amadebûna hevkariya bi desthilatdariyê re ye, ku dike dê û bav xwe neçar hîs bikin ku divê ew zimanê xwe fêrî zarokên xwe nekin da ku ew bi tecrubeyên nebaş, ên ku ew bi wan re rû bi rû man, rû bi rû nemînin. Tişta em jê re gelek caran bi şaşî xwe bi xwe asîmîlekirin yan jî otoasîmîlasyon dibêjin ev e. Lê ev ne asîmîlasyoneke bi dilê xwe ye. Ev asîmîlasyoneke bi darê zorê ye û ji bo dê û bavan jî biryareke rehet nîn e ku gelek caran bi trawmayan ve peywendîdar e. Ev encama trawmayan e û di encama reaksiyonên muhtemel ên siberojê ên zarokan dikare rê li ber trawmayên nû jî veke. Ji ber wê karê herî maqûl divê rewşê de hev serwextkirina li ser vê rastiyê ye, da ku em karibin vê coka avê dibe ser aşê asîmîlayonê bixetimînin.  
guldive@yahoo.fr
09.10.2017, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Wê Helebçe bibe parêzgeh? (Hat nûkirin)

ad

Ji bo hînbûna kurdî vê bixwînin!

ad

Ji Bavê Salih 'Derwêşê Evdî'

ad

Komek gerîla zewicîn

ad

‘Fîlmekîmî’ îsal diçe 4 bajaran

ad

'Sîbel' û ên din

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname