Diyarname
Yek ji efsaneyên basketbola Amerïka NBA’yê Kobe Bryant li Kalîfornaya DYA’yê di encama qezaya helîkopterê de mir. Ligel wî keça wî ya 13 salî Gianna Maria-Onore Bryant jî di qezayê de mir.
Bryant di 23’yê gelawêja 1923’yan de li Philadelphia ya Pensilvanyaya DYA’ê hatiye dinê. Bejna wî 1.98 metre bû û yek ji efsaneyên NBA bû. Wî di pozîsyona skorer gard û sazkariya lîstikê de peywir girtibû ser milên xwe.
Ew Di sala 1996’an de ji bo NBA’yê hatibû hilbijartin û ji wê rojê de tam bîst salan di tîma Los Angeles Lakers de lîstibû. Ew li ser navê DYA’yê ligel tîmê çend caran beşdarî olîmpiyatan jî bûbû.
Bryant jiyana xwe bi serketinan borand. Li NBA'yê 5 caran bû şampiyon, du caran ser hev de lîstikvanên herî serketî yê fînalan hat hilbijartin.
Dema temenê wî 34 sal û 100 rojî bû bendava 30 hezar hejmarî derbas kir û bi vê yekê bû lîstikvanê herî ciwan ê ku bendava 30 hezarî derbas dike.
Dîsa di sala 2005-2006'an de di maçekê de tam 81 hejmar bi dest xist û bi vê yekê piştî Chamberlain (pîvotê efsanewî yê Philadelphia ê bi navê Wilt Chamberlain ku di maçek de 100 hemar bi dest xistibû) bû duyemîn lîstikvanê kesê di maçek de herî zêde hejmarê diavêje.