logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  4. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  5. KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

Cîhan ROJ

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cîhan ROJ

Cîhan ROJ

LÊ EZ ŞOQ NEBÛM!

  • Dîrok: 30/06/2016
Hin însan hene ku  kevirên wan di bêrîka wan de ne û dimînin li benda keysa xwe, ji rojên bi mij hez dikin. Xuyaye min pê li zikê kesên din kiriye! Baş e, Hemdullah roja ku min li ser masê ji te re go, te çîroka xelkê daniye ber xwe û li ser wê çîrokê romana xwe lê kiriye, qelema te hêja ye, bi te bawer im ku tuyê reng û dengê xwe bibînî û te sipasiya min dikir di heman demê de xuya ye te ew kiriye kul û avêtiye dilê xwe. Ku te gotibû ji xwe ez ê kurdiya wê lêbikim!
Tu zanî, te bi vê nivîsa xwe ya sûslî xwestiye tu manîpûle bikî û li alî din jî te şewatê derxistiye da bibe hêwirze û qerepere da eslê meselê neyê dîtin! Meriv nikare kesî bixapîne incax dikare xwe bixapîne!
Tu kuda dibî û tînî? Mesele pir basît e; îdîayên min li meydanê ne, yek bi yek ji wan îdîayan re bêje rast e yan ne rast e, hew qas! Kes ne li benda şîroveyên te yên xwendinê yên "xwedawendî" ne! 
Tu dibînî, ne, navên edebiyata dinyayê nikarin mere xilas bikin? Nivîsa te ne nivîs e, tercîhek e. Werin ser xetê, pirsên min, pirsên min bibersivîne, navan û pênaseyên xwe yên ji bo romanan bihêle ji bo nivîseke din!
Binihêre, kes nikare ji rastiyê bireve, ev çi Cîhan Roj be welew kesên li benda heyfa xwe bin! Bi sedan xwendevan hene ku li zanîngehê, ilmê edebiyatê dîtine. 
Helbet qerar ya xwendevan û rexnegiran e, helbet tu Cîhan baş dinasî û tu dizanî mesele çi ye, ma qey tu nizanî! Ez hê jî bo xatirê edebiyatê û bo xatirê gelek tiştan bi baldarî hevokên xwe dibijêrim. Bi gur re nexwe û bi xweyî re şînê neke! Binihêre ez gotinekê ji te û ji yên mîna te re bêjim, di roja roj de gotina xwe bêjin, tiştan neavêjin dilê xwe, nemînin li benda roja xwe, ma ne tu "hewqas edebîyata dinyayê dixwînî" ku tu radibî û rûdine navan ji me re rêz dikî! 
Baş e, ji bo ji alî her kesî ve mesele were dîtin, te çima sebir nekir, tu çima nemayî li benda xwendevanan? Bi qurnazî, bi gotinên "dost û mostî" te tercîha xwe kir û tu hatî hawarê!Tu nehatî tu fikrên xwe bêjî.
Lewma tu "şoq" bûyî! Halbukî bi salan e tu Cîhan dinasî û tu dizanî dinya jî were, ez ya xwe dibêjim, ev ne ji bo şexsê min e, mesele  edebiyat be, kî biêşe jî, gerek rêya xwe bibîne. Tu û qelemşorên mîna te li ser têkiliyên şexsî, bi qîreqîrê re "edebiyatê" dikin... Bila bi bîra xwendevanan were, ji ber ku te derbarê Kawa de nefret avêtibû dilê xwe, te heyfa xwe çû di romana xwe de girt! Vêca heman nefreta min jî waye maye di dilê te de! 
Ka te edebiyata dinyayê "uf" kiriye, yek mînakeke wisa bide ku nivîskar ketine halên wisa ku di romanên xwe de navan hildin û heyfa xwe hilînin!
Welhasil bi mesela "hirç û rêçê" mirov nikare meselên ilmî, meselên edebî hel bike, belê, incax hinek reben karibin bi xwî û xisletên xwe yên "modern"; wisa tevbigerin; qîreqîr, gotinên fîşalî bêjin, manîpûle bikin, deşarj bin û qaşo ev dibe helkirin!
Her kurd deng û hereketên wekî yên te dinase, dizane, dengên wisa têne çi mehneyê, ev qaşo fizildûmana te rakiriye di eslê xwe de tê çi mehneyê. 
Û edebiyat ji me re dibêje, hîç xwe neêşînin, xwe virdeûwêde nebin û neynin, edebiyat dibêje, "ez zeman" im, hûn bi min ne bi qasî hebek axê ne, ez ê îlahîm rastiyê derxim meydanê!
***
Têbiniya Diyarnameyê: 
Nivê meseleyê de nivîsên berê:
Nivîsa Cîhan Roj a berî vê: - Perde, Gerîneka Guernîkayê û rola cesareta qelemê
Nivîsa H.Kovan Baqî: - Şoqek bêwext û du roman 

Hin Nivîsen Nivîskar

Perde

  • 20 Gulan 2006

 Hûn jî wekî min gelek caran gotina, “Ziman çiqas şîrîn e” dibihîzin ne? Hûn jî bi îhtimalek mezin bi awayek mîna min bextewar in lê ji...

Ji bo edebiyata kurmancî analîza nûçeyekê û rastiya ku reklamek dide der

  • 28 Berfanbar 2013

”Ji wezaretê bo nivîskaran destega madî heye! Wezareta Çand û Tûrîzmê ê ji vir bi şûn de ji bo nivîskaran destega madî bide…....

Dengê xwendevanên nû

  • 22 Kewçêr 2009

Havînê, li Mêrdîn ez bûm şahid ku êdî xwendevanên berhemên kurdî yên bira bira xwendevanin hene. Ew her ku dikarin xwe li nivîskariyê bigirin jî...

Hemû Nivîsen Cîhan ROJ

Cîhan ROJ kî ye?

Cîhan Roj, di sala 1965'an de, (di qeyda fermî de 1964) li gundê Înaqa Gimgimê ji dayik bûye. Dibistana seretayî li gund, ya navîn û lîse li Gimgimê xwendiye. Despêka bi kurmancînivîsana wî 1993 ye. Di heman salê de helbest û çîrokên wî têne weşandin. Di salên du hezarî de ew hinek termên matematîgê diafirîne û ji Enstituyê re bi rê dike. Ew xebat di sala 2006'an de di Azadiya Welat de tê weşandin. Nivîskar ji sala 1993'yan heya sala 1997 an li Mêrdînê, li sendîkaya kedkarên qada perwerdehiyê, wekî sekreterê perwerdehiyê rêveberî dike. Di sala 2001'ê de, bi pêşniyara wî, li Îzmîrê, ‘Konferansa Nivîskaran’ tê lidarxisitin. Li dû konferansê, ew qerar digire û bi tenê bi edebiyatê re mijûl dibe. Dîwana wî ya ewil “Ratîka” di sala 2002'yan de çap bûye. Di gelek malper, rojname û kovaran de, nivîsên wî hatine weşandin. Romana wî “Perde” bi navê “Mahrum” bi tirkî derketiye. Bi tevî pirtûkek di derheqê Cîgerxwîn de hatiye weşandin, di pirtûka bi navê “Kawayê Min” de û di pirtûka kurteçîrokan a ji hêla Şaredariya Amedê ve hatiye çapkirin de ew jî yek ji nivîskaran bû.
Heya niha gelek pirtûkên wî ên helbestê, çîrok û romanên wî hatine weşandin. Dosya helbestan a nû  "Asê", romana wî a nû “7 AV 7 Agir 7 Derî” bi tevî hemî berhemên wî wê heya payîza 2023'yan ji nav weşanên Peywendê werin weşandin. 
Cîhan Roj hê jî bi romanûsiyê re mijûl e.

Youtube Me
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Fîlmê ke şinê Enqera eşkera bî

ad

The Independentê dest ji çapê berda

ad

Jinên kurd vê pîrozbahiyê heq dikin

ad

Lîstikeke nû ya şanoyê: 'Qayde û Îstîsna' derdikeve ser dikê

ad

Ferhenga Baranî: Çilek û Zikselete

ad

BDP'ê ji bo navên gund û bajaran pêşnûmaya zagonî da meclisê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname