Diyarname
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) 24'emîn Civata Xwe ya Giştî li dar xist. Civîn li bajarê Venlo yê Hollandayê duh dest pê kir û îro bi dawî bû.
Di van du rojan de li ser bingeha pratîkî ya yekîtiya neteweyî û stratejiyên dîplomasiya navneteweyî nîqaş hatin kirin.
Di lîjneya giştî de delege û nûnerên saziyê ve pêşniyarên erkdarkirina komîsyoneke ji bo birêvebirina rêbaz û pêvajoyên amadekariyê yên ji bo xebatên konferans û kongreya neteweyî bi awayekî berfireh hate nîqaşkirin.
Dîsa bi muzakereyê biryar hat dayîn ku serlêdana statuya “neteweya çavdêr a ne endam” ji bo Neteweyên Yekbûyî bê kirin.
DAXWAZA STATUYA NETEWEYA ÇAVDÊR
Di nameya ku ji bo vê serîlêdanê hate kirin de wisa hat gotin:
“Sekreterê Giştî yê Birêz; Neteweyên Yekbûyî qebûl dike ku kurd mezintirîn koma etnîkî ya bê dewlet in û li gorî Şertê Neteweyên Yekbûyî kurd bêyî ku rastî cihêkirinê werin xwedî mafên bingehîn ên mirovî û diyarkirina çarenûsa xwe ne. Her çiqas hiqûqa navneteweyî bi awayekî giştî piştgiriya cihêbûna yek alî nake jî, ev pozîsyon zirarê dide mafên bingehîn ên gelê kurd û mafên wan ên sererastkirina vê rewşê. Ev nêzîkatî neheqiya dîrokî ya ku ji aliyê hêzên mêtînger ên berê ve li dijî gelê kurd hatiye kirin, kûrtir dike. Mirov dikare bêje piraniya pevçûnên heyî yên li herêmê, ji ber parçebûna Rojhilata Navîn e. Lê bêparbûna ji statuyeke qanûnî û siyasî, dibe sedem ku dengê kurdan bê birîn û ew rastî cihêkirin û zextê werin. Ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku em rastî êrîşên çekên kîmyewî, koçberiya girseyî hatin û neçar hatin hiştin ku rûbirûyê sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên din ên şer ên ji aliyê aktorên dewletê ve hatin.
'JI BO DIYARKIRINA ÇARENÛSA ME BILA NY BIBE ALÎKAR'
Li welatê me, miemeleya tenê wekî hemwelatîbûna dewletên Tirk, Ereb an jî Fars tê kirin. NY ku xwe wekî yekîtiya dewletan bi nav dike, berpirsê êş û windahiyên me ye. Em dixwazin ku guhertineke di paradîgmaya bêalîbûnê ya NY'ê de bê kirin. Em ji NY'ê dixwazin ku ji bo me bibe alîkar ku mafên me yên diyarkirina çarenûsa me û azadiyên me werin erêkirin. Em di wê baweriyê de ne ku wê statukoya heyî bi vî rengî dewam neke.
'KURD DIXWAZIN LI NETEWEYÊN YEKBÛYÎ BÊNE NASKIRIN'
Em kurd wekî neteweyeke 60 milyonî, ne tenê ji dewletbûnê di heman demê de ji naskirina wekî neteweyeke jî bêpar têne hiştin. Di tevahiya sedsala borî de, mafên me yên bingehîn nehatin qebûlkirin û wekî neteweyeke bê dewlet rastî zextên sîstematîk hatin. Tevî ku em li gorî hiqûqa navneteweyî krîterên naskirina wekî neteweyeke pêşwazî dikin jî; çand, ziman, hebûna me wekî gelekî cuda di qada navneteweyî de nayê naskirin. Gelê kurd daxwaza naskirina di qada navneteweyî de û nûnertiya li NY'ê de dike. Ji bo ku em bikaribin li ser navê xwe biaxivin, gelê xwe li dijî cihêkirin û wêderkirinê biparêzin, em dixwazin statuya “dewleta çavdêr a ne endam” were dayîn. Ji bo ku dawî li wêderkirina qanûnî û bêdewletbûnê bînin, wekî gelê kurd pêwîstiya me heye ku bibin xwedî platformekî ku bikaribin mafên xwe biparêzin.
'DEM HATIYE KURD LI SER NAVÊ XWE BIAXIVIN'
Heta niha li NY'ê, li ser navê me hin kesên din axivîn. Dem hatiye ku gelê kurd êdî bi navê xwe biaxive. Em kurd xwe wekî neteweyeke bi nav dikin, dixwazî primordialist (cewhertî), dixwazî etno-sembolîk, dixwazî modernîst be, em dikarin li gorî pênaseya bingehîn a netewiyê bi vî rengî werin dabeşandin. Me tevkariyên girîng di cur bi curbûna çandî, dîrokî û zimanî ya Rojhilata Navîn kir.
'BILA NY KURDAN WEKÎ NETEWE QEBÛL BIKE'
Em wekî kurd, bi saxî ji hewldanên asîmîlasyonê û pêla paqijiyê yên etnîkî ku armanc dike ku hebûna me bi dawî bike, rizgar bûn; her wiha bûn hêza veguherîner ku jiyankirina hevpar a gelên cuda bi awayekî aştiyane li herêmê pêk bînin. Bêyî tevlîbûna çalak a gelê kurd, Rojhilata Navîneke geşdar, dewam û aştiyane pêk nayê. Gelê kurd di şewêdana demokratîk, geşdar û ewleh a herêmê de xwedî rolekî girîng e. Em kurd ku hem xwedî îrade hem jî çavkaniyên pêwîst in, bi biryar in ku tevkariyê di têkoşîna li dijî cihêkirina zayend, ziman, netew, koka etnîkî û avakirina aştiya mayîn de, bikin. Lê ji bo ku rola xwe ya avaker di pêşxistina aramî û ewlehiya herêmê de bi cih bînin, divê wekî neteweyeke werin naskirin. Di vê xisûsê de Neteweyên Yekbûyî xwedî roleke girîng e.
Banga me ev e; Kurd ji aliyê NY'ê ve wekî neteweyeke werin naskirin, ji bo gelê kurd li NY'ê statuta dewleta çavdêr a bêyî endambûnê were dayîn.”
XEBATA YEKÎTIYA NETEWEYÎ
Hevserokên KNKê Ahmet Karamûs û Zeynep Murad di axaftina xwe de destnîşankirin ku hemû rexne, pêşniyar û perspektîfên delege û nûnerên saziyan ên di tevahiya lîjneya giştî de hatine notgirtin û di xebatên serdema nû de bêyî kêmanî were dîqetkirin.
Hevserokatî diyar kir ku eqlê hevpar ku di rûniştinan de derket, hêzekî mezin bide yekîtiya neetweyî û fealiyetên dîplomasiyê yên ku werin meşandin û spasiya tevahiya delegasyon, nûnerên partiyên siyasî û saziyan ên ku tevlî vê lîjneya giştî bûn û tevkarî kirin, kir.
WÊ NAME JI BO BARZANÎ Û TALABANÎ BÊNE ŞANDIN
Li aliyê din dîwanê ragihand ku ji bo nîqaşên li dora konferansa neteweyî hatin giş bibin, di serî de Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî û Serokê Giştî yê YNK'ê Bafil Talabanî, wê ji bo serokên partiyên kurd ên cuda, ji bo konferansa neteweyî name werin nivîsandin. Civîna Lîjneya KNK7ê ya du rojan bi vî rengî bi dawî bû.


