• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Ên Din
    • Dinya
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • Xêz
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Aborî
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • NÎQAÞ
    • Çend gotin
    • 24.06.2018: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • Berendam 2015
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 1.11.2015: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
  • Rûpela Pêþî
  • Qunciknivîskar
  • Cîhan ROJ / KURSÎ
Cîhan ROJ / KURSÎ

Cîhan ROJ / KURSÎ

cihanroj@hotmail.com

  cihan_roj

  cihan.roj.9

Perde, Gerîneka Guernîkayê û rola cesareta qelemê

Dîrok : 29 06 2016

Agahiyek

Min ji hêja Yildiz Çakar re peyam bi rê kir û bi kurtî min gotê ji alî teknîkî ve, tespîtkirina karekter û rihiyeta wan ve, bi cîkirina sehneyên mekanî ve romana te, "Gerîneka Guernîkayê" li ser esasên romana “Perde” (Cihan Roj, Weþanên Na, 2011) hatiye sêwirîn û nivîsîn. Wê di peyama xwe de go, min ebed romana te nexwendiye... Min gotê, nexwe, îdayên min bira bira dibin îda! Baþ e, ji vir bi þûn de ez û te di vê derbarê de em negengêþin, ez ê delîl û desîseyên xwe lê bikim, wê mafê te hebe da tu bersiv bidî û em bihêlin ji bo xwendevanan lewre ev meseleyek edebî ye. Li pey vê, Yildizê bi peyameke dilsozî bersiva min da ku ez ê hewl bidim þêwaza xwe li ser heman dilsoziyê bi þikil bikim ku bi rastî edebîyat ji nivîskariyê heman þêwazê hêvî dike.

Heger hûn aliyek vê nivîsê di çarçoveya ‘tez’ekê de bifikirin ez hewl didim bala we bidim rastiyekê ku bi gelemperî qelemên me ne bi cesaret in, wek çivîkekê bimetirsî ne, wek zarokekê bihestiyar in, bi gotinekê serî li her tiþtî digirin… Tarîxa edebîyatê gelek mînakan bi bîra me dixe ku nivîskar hev temam dikin, edebîyat di eslê xwe di heman demê de îtiraf e, çi îtirafên þexsî bin û çi îtirafên derheq jiyanê debin…

Mîsal, heger ku wê li ciyekî bigota, belê min romana Cîhan Roj xwend, min jê hez kir û min xwest bi heman terzî romanekê lêbikim, wî wextî wê meyê qelema bicesaret bidîta, ewê qedrê Yildizê li cem xwendevan bêtir bilind bûya. Romana wê jî tu tiþtî ji qedrê xwe kêm nekira. Bi þandina peyamê re min hewl da ez têkiliyeke wisa lidarbixim. Vêca bersiva wê bû sebeb ez bibim kesekî îthamkar! Dîsa jî ez ê bi awayek em bigengêþin ez ê dîtinên xwe der bibim û her bi bîr bixim gengêþî hebin jî gelek aliyên romana Yildizê hene ku meriv pê kêfxweþ e.

Destpêka çîroka xwendinekê

Bifikirin, di guraniyekê de welew li ciyek xalî dengê kesekê ku çend sal in we ew nedîtiye, dengê wê nebihîstiye bi ber guhê we bikeve, wê kêlîkê hûn dikevin çi halî… Belê bi halek wisa, wextê min dest pê kir romana Yildizê xwend ew deng, dengekî nas, dengê Gultenê (karektera sereke ya romana Perde) hate min û ez bi heyecan bûm. Lê min go, ji ber ku Gerîneka Guernîkayê berhema qelema jinekê ye îhtimal e ku ew reng, sewt, halê dengê Lisayê(karektera sereke ya Romana Gerîneka Guernîkayê) biþibin hev. Na, bi xwendinê re bi tevî dengê nas gelek rastiyên din jî derketin meydanê. Bi ya min, Yildizê Perde xwendibû, weke bêje ez ê jî romaneke weke vê romanê lê bikim mabû di bin tesîrê de, bi hîmên xênî, bi pîlansaziyê û þêniyên wî mekanî romana xwe lêkiribû! 

Bi min wisa tê ku wextê roman tê gotin piraniya qelemkarên me metneke qalkirinê ya klasîk tînin ber çavên xwe û li detayan nafikirin. Min behsa deng kir, belê çerçawa dengê her însanê naþibe hev dengê karekteran jî wisa ye. Vegerin li karekterên xwe bifikirin hûn ê vê xweþ têbigihijin çimkî ew hal û rengê deng, rîtim, awayê axaftinê bandor li hevoksaziyê jî dike. Yanî bi tevî fotografê metnan fotografê ruhê karetkteran yê neþênber jî heye…

Gulten û Lîsa

Destpêka Perdê salên heþtê. Bavê Gultenê têkoþerekî sîyasî ye. Bav tê girtin. Dimire. Bav, bêhay dibe sebeb ruhiyeta Gultenê têkbiçe. Di heman demê de bêbavî jî Gultenê dixe nava valiheyekê. Gulten mexdûreke mexdûran e. 

Ew diçe Amedê cem mamê xwe yê tucar. Diçe Stembolê cem lawê mamê xwe ku ew zanîngehê dixwîne. Li wir jiyan dibe sebeb valahî, aloziyên di hundurê wê de bêtir xuya bibin. Dibe evîndara hunermendekî li sazê dide. Ew hunermend kesek sîyasî ye û di siyaseta wan de eþq qedexe ye. Evîna wan bi serî nabe. Siyaset dibe sebeb eþq bi dawî were. Gulten vedigere Amedê. Li wir têdikoþe ku bibe takekesek lê þer bi hemû bandor û kirinên xwe nahêle Gulten azadiyekê bi dest bixe. Aloziyên rihî, tecawiza hêzên tarî. Têkiliyên ji karsaziyê. Jineke ku rihê wê bûye eleg û bêjing. Gelek serboriyên trajîk, ew ji bo ewlehiya jiyana xwe diçe Mêrdînê, li wir qeza derbas dike.

Destpêka Gerîneka Guernîkayê salên heþtê ye. Bavê Lîsayê tê girtin.  Nivîskar wekî karekter sebebê girtina bav lênekiriye lê em têdigihîjin ku sebebê jiyana Lîsa jî bi awayek bav e. Ew bavê ku em pê dihesin ji birjûwaziya piçûk e piþtî tê girtin çîroka jiyana Lîsayê jî dest pê dike. Çerçawa bavê Gultenê jî  hate girtin, mir, bi tevî sebebên din bû sebebek bingehîn yê jiyana Gultenê û ew li Amedê li cem mamê xwe yê ji bijûwaziya piçûk bû dima.

Kirin û kiryarên þer dibin sebeb Lîsa û malbata xwe koçber bibin, Edene û Mêrsîn. Li wir pismamê Lîsayê tê pêþwaziya wan. Lîsa ji wir diçe Stembolê. Dibe evîndara wênesazekî. Dertê meydanê ku wênesaz bidergîstiye. Eþq bi dawî dibe. Lîsa dibêje, çi dibe bila be ez ê herim Amedê. Li wir dîsa bi rûyê reþ û tarî yê þer re rûbirû dimîne. 

Di Perdê de pisamamê Gultenê û Sazbend hevalên hev in. Gulten û Sazbendî  bihev dide nasîn,  Gulten û Sazbend dibin evîndar. Di Gerîneka Guernîkayê de Ardî û Abraham hevalê hev in. Ardî dibe sebeb Lîsa, û Abrahamê wênesaz bibin evîndarê hev. Rihê vala û bi aloz yê Gulten û Lîsayê wan ji alî cinsî ve bêxem dike.

Di eþqa Gultenê de siyaset û qelaþiya mêr dibe astengî,  di eþqa Lîsayê de tore û qelaþiya mêr dibin astengî.

Ji alî karekter û tablo, sehne û detayên din ve

Di Perdê de, Gulten û hevalên xwe dengbêjekî bêkes dibînin xwedî lê derdikevin. Dengbêj karekterekî xuya ye, temsîlîyeta çanda devkî dike. Di Gerîneka Guernîkayê de, Dayika Þaxê-Çîrokbêj e karektereke  xuya ye, temsîlîyeta çanda devkî dike. Di Perdê de kesekî li sikakan li ser erebê zebeþan difroþe. Di Gerîneka Guernîkayê de kesekî li ser erebê mêweyan difroþe. Herwiha di Gerîneka Guernîkayê de jî “bêkes” î bi navê karekterekî li kêlekê tê destnîþankirin

Di Perdê de bi tevî rewþa dagirkeriyê rexne li sîyasetê jî tê girtin ku gelek tiþt hatine îhmalkirin, her wiha detayên jiyana kurdan ya paþperdeyê hatiye ravekirin.  Di Gerîneka Guernîkayê de jî heman tiþt hatiye kirin. Bi awayek Perde çîroka têkçûyîna kesên çîna navîn ya di þerde ye ku meriv dikare ji bo Gerîneka Guernîkayê jî heman tiþtî bêje lê ji alî sosoyolojîk ve ev were gotin jî di Gerîneka Guernîkayê de çavên jinê û hin detay bûne sebeb aliyên hestiyarî yên jiyana jinê nehêlin ew rastiyên sosoyolojîk bi yekcarî werin dîtin.

Di Perdê de , bi jiyana Maqûl ya trajîk re terîqet û hin hiþmendî rê û rêgezên qaþo bi navê dîn hatibûn bi bîrxistin, wekî ji þertên terîqetê, hewl didan dûpiþkê bi  Maqûl bidin xwarin, maqûl  tirsiya bû, ji mêranî de ketibû.  Di gerîneka Guernîkayê de jî li mizgeftê Lîsa jineke bi çarþefa reþ dibîne ditirse, tirs bi ser wê dikeve, peyre, lêdana erbane û  tabloya cizbê ya bi navê dîn tê kirin tesîr li Lîsayê dike, Lîsa hewqas ditirse ku em ji vê hevokê rewþê têdigihijn ê ketiye çi halî; “lê dengê hundirê min ji min re digo, li çavên dayika xwe nenihêre” ku.

Beþek ji Perdê

“Li bajarekî wisa dijîm ku-bajar wekî jinekê ye-huzna bajêr hîs dikim; navê vî bajarî her li ser zimanan e; lê ew jî li hember min bêdeng e! Wekî jineke ku ez wê jinikê, li gorî hewesên xwe, xeyal dikim! Tê der dixim ku ew jî bi tasewas e; ger li min der be, bi îhtimalek mezin, ez ê di bin vegotinên bajêr de bifetisim.

Berêvarê, bi halekî xweþ dimeþiyam. Peyva ‘xweþ,’ li her deverê, tê çi mehneyê? Kî, bo çi halî bikartîne, bila bimîne li dera ha. Bi vê peyvê re tabloyên xweþ, jiyaneke normal, xwe di serê min de nade der.”

Beþek Ji Gerîneka

“Payîzên Amedê diþibin jineke yetam. Ku ev jina yetam di vê demsalê de dibe baran û li xwe dibare. Kesayetîyên xerabe, têkçûyî, lêgerîna puxteyeke veþartî ya aîdbûnê, tim hewcedariyekê li min ferz dike; her ku dengê baranê tê min… Ji bilî vê axê tu axeke din, min nakiþîne ber bi dilê xwe ve. Çi xwediyeke bi xof e ev ax. Ax dengê keserê ye jî-ji jêrzemînê kûr tê…

Ez jî perçeyek im ji wê kesayetê û di wê de temsîlîyeteke nepen dikim; hestên min jî, bi rihiyeta xwe bi þikil dike ev bajar.”

Encam

Di romanê de sêwirîn, çirûsk, avakirina karekteran gelek muhîm e. Çîrok, bûyer, parçên jiyanê bi aîdî we bin jî gerek hewqas wekî hev nejîn, neyê sêwirîn. Meriv li pevgirêdana bûyer û tabloyan, sehneyan ya li herdu romanan bifikire ev xeletî tê dîtin.

Xwezî Yildizê bi cesaret behsa Perdê bikira. Tiþt pê nayê ev jî rewþeke edebiyata me derdibe… Dikarim bi kêfxweþî bêjim ji derî esasên meþ û sêwirînê, Gerîneka Guernîkayê romaneke xweþ û delal e ku tê de hin vegotin, tablo hene ku meriv pê gelek kêfxweþ dibe. Mîsal, “hinek heriya sor bi sola min ve maye û vê gavê wextê min tuneye ku ez jê bibim.”

Hûn dikarin gelek kêliyên wisa yên hûrbînî yên jiyanê di romana Yildizê de bibînin. Em ê wekî romana yekem romaneke delal bibînin, nivîskara wê ji alî teknîkî û sêwirînê ve di nav lêgerîneke xurt de ye û ez ji wê qelemê bawer im û ew ê bi vê hêza rihî û dîtina detayan ve ji alî teknîk û sêwirînê ve jî rojekê rêya xwe serast bike. 

Dîsa jî hûn ji alî îdîayan ve guh li min nekin, bila guhê we li ser qelemên rexnegir û xwendevanan bin ku nîyeta me jî bi bîrxistinan re avakirin e, ne polemîk û helbet gengêþiyên teng in. Belê qelemeke hêja di romanûsiya kurdî de go, merheba.

Em kurd bi serbilindî gerek êdî karibin serkeftinên hev bibînin, ji serkeftinên hevudu fêde bigirin, behs bikin ev me bilind dike, pêþ ve dibe. Di edebiyata dinyayê de ev bi serbestî, bêyî metirsî tê kirin. Orhan Pamûk xelata Nobelê girt, bi serbestî derdibe bê ji kîjan rûmanûsê tirk çi fêde girtiye lê ew dibêje, “helbet sêwirîn muhîm e û sêwirîn ya min e”Ev jî bi bîra me dixe bê di romanûsiyê de sêwirîn xalek gelek muhîm e, ya ked û taybetiya nivîskariyê dide der di serîde ev e.


Cîhan ROJ / KURSÎ

Hemû Nivîsên Cîhan ROJ / KURSÎ

Hûn dikarin li van jî binêrin

Paytexta pirtûkan îsal Atîna ye

Paytexta pirtûkan îsal Atîna ye

23 04 2018

Heyecana nîv fînalê dest pê dike

Heyecana nîv fînalê dest pê dike

23 04 2018

Ragihandina azad û krîza global

Ragihandina azad û krîza global

23 04 2018

Dimay çarîk esrî bî þampiyon

Dimay çarîk esrî bî þampiyon

22 04 2018

Nûçeyên nû

Paytexta pirtûkan îsal Atîna ye

Paytexta pirtûkan îsal Atîna ye

23 04 2018

Heyecana nîv fînalê dest pê dike

Heyecana nîv fînalê dest pê dike

23 04 2018

Ragihandina azad û krîza global

Ragihandina azad û krîza global

23 04 2018

Dimay çarîk esrî bî þampiyon

Dimay çarîk esrî bî þampiyon

22 04 2018

Nameya min e ji bo Pitik Deran

Nameya min e ji bo Pitik Deran

22 04 2018

Nivîsên Nû

Krîstîn Ozbey / BEROÞ

HESKÎF

Krîstîn Ozbey / BEROÞ

Cemîl Andok / Dewey Ma

Ez hêrs biya!

Cemîl Andok / Dewey Ma

Krîstîn Ozbey / BEROÞ

TEWÞOMEWÞO

Krîstîn Ozbey / BEROÞ

Omer Dilsoz / ROJGAR

Travmaya vî bajarî

Omer Dilsoz / ROJGAR

Cemil Oguz / Diyarê Me

'The Post'

Cemil Oguz / Diyarê Me

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz / Diyarê Me
  • Helîm YÛSIV / SÊYEMÎN GAV
  • Cemîl Andok / Dewey Ma
  • Cîhan ROJ / KURSÎ
  • Zekî OZMEN / QAD
  • Welat Dilken / Siya Pênûsê
  • yeqîn h. / êvara biyan
  • Bedran DERE / Piþt Perdeyê
  • Omer Dilsoz / ROJGAR
  • Krîstîn Ozbey / BEROÞ

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • Dinya
    • Xêz
    • Foto-Nûçe

 

    • Foto-Nûçe
    • Portreya Mehê
    • Aborî
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • NÎQAÞ
    • Çend gotin
    • 24.06.2018: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • Berendam 2015
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Kûpaya Cîhanê 2014
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2018 Diyarname