Maça şox û şeng û Swîsreya cihêreng
Yaqob TILERMENÎ
Ji destpêka Kûpaya Ewropa ya futbolê û vir ve ye ez li gora derfetan li maçan temaÅŸe dikim. Ji maçên pêÅŸîn û vir ve gihîÅŸtim qeanetekê ku lejên (maçên) navbera hemû tîman dê bi encamên surprîzî eÅŸkere bibin. Jixwe di tûra duyemîn de ev encam derketin û derdikevin jî. Qezenckirina Danîmarkayê, Komara Çekê, Belçîkayê û Swîsreyê vî tiÅŸtî erê dike.
Her çiqas welatên serkêÅŸ ên berê di futbolê de li gora derfetên xwe yên aborî pêÅŸeng, bi bikaranîna van derfetan ew li pêÅŸ û xurt xuya bin jî, hêza mirovên futbolîst û hin surprîz encamine dîtir bi me re parve dikin. Hingê futbolhez ji ber van encamên surprîzî bi awayekî dîtir li maçan temaÅŸe dikin û dibin xwedî kêfeke dîtir. Ez bixwe jî herî bêtir ji vê hêla futbolê hez dikim.
Beriya bi salan di kûpayên Cîhanê û Ewropayê de her carê tîmên welatên biçûk (li gora qada erdnîgariyê) û hin tîmên welatên ji Yekîtiya Sovyeta berê li ber çavên cîhanê ÅŸekalên xwe davêtin nava qondereyan (!) û ji gelek temaÅŸevanan piÅŸtgirî werdigirtin. Xirwatistan, Belçîka, Avusturya, Swîsre hin ji van welatan in. Helbet hin tîmên Asyayî, Afrîkî û Amerîkaya Latînê jî dikevin vê kategoriyê, lê ji ber ku mijar kûpaya Ewropayê ye em niha paxavê bi wan nakin. Xirwatistan û Avusturya digel berxwedaneke bêhempa jî di vê tûrê de bi ser neketin, lê Belçîka û Swîsre bi serkeftinên xwe piÅŸtgiriyeke baÅŸ ji futbolhezan wergirtin.
BERXWEDAN AXIRWATISTANÊ
Xirwatistaniyên ku hin kes wan wekî merivên Kurdan dihesibînin, bi têkçûna xwe hinekî kêf li mirov ÅŸeriqand, lê her wiha bi têkoÅŸîna xwe ya 120 deqeyan (3-5) îsbat kirin ku ew tîmeke xurt in û futboleke çêjdar pêÅŸkêÅŸî futbolhezan kirin. Heman encam di navbera Îtalya û Avusturyayê de jî hate bidestxistin (2-0) û Îtalya jî fena Îspanyayê di deqîqeyên dirêjkirî de gihîÅŸtin serfiraziyê. Ancax, mirov nikare ji bo ÅŸampîyonê Ewropayê yê dawî, Portekîzê heman tiÅŸtan bibêje. Bi lîstika xwe çêjeke xweÅŸ nedidan temaÅŸevanan û bi vê jî dawî li hewldana xwe anîn. Digel ku Ronaldo li ser navdariya xwe bi avêtina golan rekorên xwe nû kir jî, hewldanên wî têra tîma Portekîzê nekirin.
TEMAÅžEKIRINA MAÇAN LIGEL KEÇÊN XWE
Ji destpêkê ve ez bi maçên Tirkiyeyê ve kêfxweÅŸ dibûm. Hersê maçên wê jî, ez û herdu keçên min li ber televîzyonê didan rûniÅŸtin. Min û keça xwe ya mezin Åžarezînê alîgiriya tîmên raqîb (Îtalya, Galler, Swîsre) dikir, lê keça min a pênc salî Yezdayê bi alîgiriya tîma Tirkiyeyê tê nedigihîÅŸt ku bavê wê çima ne ligel wê ye û piÅŸtgiriya tîma Tirkiyeyê nake. Her carê digot, "'Bavo, ma tu j'min hez nakî? Tu'j Tirkiyeyê...". Ew zarokek e, nêzîkî du salan e hatiye Swîsreyê û her tiÅŸtên aîdî Tîrkiyeyê, aîdî xwe jî dibîne. Zaroka pênc salî ji ku dizane ku pergal ji wê tîmê re sirûda ÅŸerî amade dike, bi reklama makarnayê heqaretan li welatekî dîtir dike, futbolîstên wê pir bi hêrs û êrîÅŸkar in û meseleya futbolê vediguherînin meseleya li qada cengê û hwd. Bi vî awayî jî zorê li mirovên temaÅŸevan dikin ku hemû pevgirêdanên hestyarî hilweÅŸe û mirov tîma welatê xwe wekî tîmeke dijber bihesibîne.
* * *
Ez dixwazim bi minasebeta futbolê serkeftîbûna Swîsreyê têkîldarî jiyana vî welatî hinekî beramber bikim û bi xwîneran re parve bikim.
Swîsreya ku di navbera pênc welatên wekî Almanya, Fransa, Îtalya, Avusturya û Liechstenteinê de wekî welatekî erdnîgariya wê biçûk, xwedî heÅŸt mîlyon nifûs, %40'ê wê penaber, bi çar zimanên fermî, xwedî rêveberiyên 26 kantonên serbixwe û federalî ye, ji bo navdarî û serkeftîbûna xwe girîngiyê dide gelek sporên wekî kaÅŸûn, biskilêt, avjenî, tenîs, futbol, beza û hwd jî. Jixwe mijara me ya navborî kûpaya Ewropayê ye û di vê tayê de em ê li ser futbola Swîsreyê û leja wê ya bi Fransayê re çend nirxandinan bikin.
Wekî tê zanîn welatê Swîsreyê yê li nava welatên Cîhanê ji hêla Bextewariya Mirovan di rêza 3'yemîn de cihê xwe digire, di sala 2019'an de jî di kûpaya UEFA'yê de bûye 4'emîn, du caran jî di fînala çarîk a Ewropa û Cîhanê de lîstiye. Swîsreyê maça xwe ya yekemîn di 12'ê Sibata 1905'an de li Parîsê bi Fransayê re lîstiye û li hember Fransayê 1-0 têk çûye. Ji wê çaxê heta maça xwe ya dawîn ku 28'ê Hezîranê hate lîstin, 116 sal derbas bûye û bi têkbirina Åžampîyonê Cîhanê yê dawî re jî pêÅŸketina xwe tacîdar kiriye.
Swîsre destpêka tûrnûvayê li hember Galler û Îtalyayê zeîf xuya dikir, lê bi futbola xwe ya li hember Tirkiyeyê wekî qalikê pîvazê vegeriya ser hesinê xwe yê berê. Di wê maçê de Shaqiriyê ku maçên din sist bû, dîsa wekî navdariya xwe tevgeriya û bi hevalên xwe yên tîmê re gaveke pêÅŸdetir derketin. Ji ber van zîgzagan wekî tîmekê baweriyeke xurt bi mirovan re çênekir. Her kesî ji ber ÅŸampiyonî û performansa Fransayê bi teqezî li bendeyî têkçûneke encamcuda bûn. Lê Swîsre bi performansa xurt a hemû futbolîstên xwe ev hêvî giÅŸ piÅŸtî leja du saetan tune kir. Dikarim bibêjim ku Shaqiriyê ku hemû çav li ser bûn, bi lîstika xwe hêzek neda tîma xwe û bi biryara guherandina teknîk dîrektor Vladimir Petkoviçî re rê li ber serkeftinekê vekir. Åžefê ku wekî Vlade tê zanîn bi eslê xwe boÅŸnak e, hemwelatiyê Xirwatîstan û Swîsre ye û sedema herî berbiçav a serkeftina futbola Swîsreyê ye. Çawa ku Vlade penaber e, bi heman awayî zehfên futbolîstan jî fena wî ne. Jixwe dema pêÅŸkêÅŸiya xwendina sirûdan mirov dikare bi hêsanî bibîne ku Vlade û gelek futbolîstên wî sirûda netewî nabêjin û ev ji bo tu kesan jî nabe pirsgirêkeke berbiçav.
Swîsreya ku bi Sommer, Rodriguez, Xhaka, Shaqiri, Elvedi, Freuler, Zuber, Seferoviç, Akanji, Embolo û Widmer dest bi lejê kir digel êrîÅŸên xurt ên Fransayê di deqeya 15'an de bi xola Seferoviç re hevsenga dijberê xwe xera kir û bi êrîÅŸên jiniÅŸkêvî armanca xolavêtina Fransayê di serdema pêÅŸîn de asteng kirin. Futbolîstên Swîsreyî ku li ser gîhayên hêÅŸîn ên hewÅŸ û eraseyên futbolê gihîÅŸtine, xweÅŸiya welatên xwe yên bi keskahiyê ve rapêçayî bi têkoÅŸîna xwe nîÅŸan dan.
Serdema duyemîn ku piÅŸtî 6 deqeyan (deqeya 51) bi qezenckirina penaltiyê hêza Swîsreyê derxist lûtkeyê, bi neavêtina xolê ya Rodriguezî hêvî hinekî sar kirin. Û piÅŸtî 6 û 8 deqeyan (deqeyên 57. û 59.) du xolên Benzema kirin ku mirov ji binî ve têkçûna Swîsreyê qebûl bike. Vlade yê ku hesabên xwe baÅŸ li hev anîn, Shaqiri û Widmer ji maçê derxistin û li dû 6 deqeyan jî Vargas û Fassnacht tev li maçê kirin. Jixwe ev veguherîn weke serûmekê hêza tîmê derxist pêÅŸ û Seferoviç di deqeya 81 de xoleke din avêt, encam anî 2-3'yan. Li dû wê bi 2 deqeyan Gavranoviç bi çargavî beziya û xolek avêt, lê xola wî ji ber offsaytê bi avê de çû. Bi tevlêkirina Mehmedî re tîm bû weke lehengê kartonfilmê Voltranî. Yanî Voltran tîm kir weke hesinê nayê tewandin û pê re jî Gavranoviç di deqeya 90'î de xoleke jiyanî avêt û xola wî kete xwê, encam jî bû 3 û 3. Her çiqas Comanê Fransez ê bêhempa derbek li gogê da ku gog ji navika dilê beÅŸtê kelehê vegeriya, êdî berê lejê ket ber bayê dema dirêjkirî. Swîsre jî weke hemtayên xwe Xirwatîstan û Avusturyayê hêviyên xwe di ÅŸerbikê demê de çandin. Ew hêvî bi xwêdanrijandina 30 deqeyên dirêjkirî ÅŸîn nehatin û ew radestî sînga bextekî nû kirin. Ji lewre dora penaltiyan bû û ti caran mirov nikare texmîna avêtin an neavêtina xolan ji futbolîstan bikin. Çinku futbolîstên heŕî navdar ên Cîhanê jî li dû 2 saetên westiyayî û li ber çavên bêhejmar ên mirovan di bin zexteke dijwar de dimînin. Îcar ger destê siûdê li piÅŸta wan be, bi hezaran temaÅŸevan bi dengê bilind wan pîroz dikin, ger na li ber çavên temaÅŸevanan dibin kesên ÅŸûtûrût û belengaz.
Hasilî; bi dor Gavranoviç, Pogba, Schar, Giroud, Akanji, Thuram, Vargas, Kimpembe û Mehmedi 9 golên xwe di tora kelehê de cit kirin û dor hat ser Mbappeyê ku yek ji kedkarên herî baÅŸ ê tûrnûvayê. Qedera encama ku hat li ber lingên wî rawestiya, derfet neda ku ÅŸens destên xwe li piÅŸta wî bixe û ew li ber çavên gelek temaÅŸevanan daxist asta herî nizm, ji ber ku wî mirazê wan di qirika wan de hiÅŸt.
Îcar; bi qasî hewldan û keda futbolîstên Swîsreyê, biryarên birêvebirin û guhertinên di wextê xwe de yê Valdeyî berê encama serfiraziyê vegerand ser Swîsreyê û beramberî vê jî derxistina Griezmann, Coman û Benzema ji teref teknîk dîrektor Didier Deschamps ve baskê Fransayê hinekî ÅŸikenand. Coman, Benzema, Mbappe maçeke kêfdar di çavên futbolhezan de bi cih kirin. Her wiha futbolîstên Swîsre giÅŸ û bi taybetî Seferoviç, Gavranoviç, Sommer û Vargas mohra xwe li ÅŸeva dirêj xistin. Sommer di deqeya 119'an de nehiÅŸt ku Giroud xolê bavêje, her wiha sîleyek li ÅŸûta penaltiya Mbappe da û tîma welatê Swîsreyê gihand cem stêrkan.
Mirov dikare der barê Swîsreya cihêreng de gelek tiÅŸtan bibêje. Her wiha maça bi Fransayê re dikare bibe cihê gelek nirxandin û ÅŸîroveyên balkêÅŸ, lê her nivîsek jî kapasîteyek wê heye û divê were temamkirin: Futbol, her wiha lîstikeke cihêrengiyan e jî...
29.06.2021/Swîsre
***
Nivîseke din a Yaqob Tilermenî ya li ser Euro 2020:
- Goga pêyan ango hezkirineke mirovî
***
Nivîseke eleqedar:
- Dîkan penîr xwar, bi jehrî ketin!




