11'ê Tîrmehê, 2023/Berlîn
Hin rewş û dem hene mirov naxwaze tu tiştekî bike. Serê sibehê ji odeya xwe derketim û piştî taştêyek gelekî bi lez, min tenê xwest qehweyekê çêkim û derkevim baxçeyê. Li Kolokyûma Wêjeyê ya Berlînê (LCB), her sibeha min hema bibêjin bi vê rîtuelê dest pê dikir. Min dîsa heman tişt kir û derketim baxçeyê. Baxçeyê paş ê LCB’yê wekî xaliçeyek şîn bi ser gola Wannsee ve dadikeve.
Bi vexwarina qehweyê re, berê min tim li aliyê rojava bû. Li wî milê golê, di nava darên bilind de, qesreke mîna ên di çîrokan de tê qalê veşartî ye. Qesra Konferansê ya Wannsee ye ew der.
Digel min nedixwest tu tiştekî bikim jî ji nişke ve biryara min guherîbû. Piştî qehweyê, piyên min bi lerizokî be jî ber bi wê derê ve ez birim. Min gelek tişt derheqê wê qesrê de bihîstibûn û ne cara pêşî bû ku dihatim Berlînê, lê cara pêşî bû ku wêrekiya herim wê qesrê li min peyda bûbû. Dîtina Qesra Konferansê Ya Wannsee ku niha kirine muzexaneyek bîreweriyên tehl…
Ber û berê golê heta wî milî meşiyam. Hewa bi qasî mirov aciz neke germ bû. Dema gihîştim ber derê qesrê, her ji çi bû nizanim lê tirsekê yan jî çi bû nizanim êdî mîna rihê min di nava kulma xwe de biguvêşe ez aciz kirim. Li ber derî, min ji dûrî ve li avahiya bi heybet temaşe kir. Ji bo hinekî aram bibim min cixareyek jî pêxist. Dûmana cixareya min wekî ewrê havîna Berlînê ber bi şaxên darên bilind ve li ba dibû.
Heta gihîştim wê derê, li perê golê pêrgî bi dehan mirovan hatim. Li peravê rûniştibûn yan jî kûçikên xwe derxistibûn gerê û bi kûçikên xwe şa bûn. Ya rast rewşa kûçikan jî bi wan şa xuya dikir.
Piştî cixareyê, mîna kesê beriya soberiyê ji avê bitirse û ji bo wê rewşê bi dawî bike xwe ji nişke xwe bi nav dike, min jî bi carekê re gava xwe avêt hewşa wê qesrê.
Piştî ketim hewşê, ew hesta qasek berê bi min re çêbûbû û min nizanibû çi ye îja cihê xwe dabû miraq û pirsan. Ketibûm mekanekî ku hemû dinya bi biryarên li wir hatine dayîn zane…
Qesra Konferansê yaWannsee, ew cihê ku Hîtler û lijneya xwe ya rêveberiyê lê biryara jenosîda cihûyan dabûn. Lijneya kujeran, li qesreke gelekî xweşik a ber perê Wannseeyê, ji bo jenosîda kesên bêçek û bêxwedî û paqijkirina Ewropayê ji cihûyan biryarên fermî dane. Encama hemû biryaran; Kuştin! Tenê kuştin! Bi hemû cureyan KUŞTIN!
Dema mirov di derê baxçeyê re derbas dibe û çend gavan li hewşê, ber bi avahiyê ve dimeşe, li ser milê rastê yê baxçeyê wekî pêşengehek daîmî ya hin nivîs û karîkaturan heye. Bi almanî û îngilîziya wan hemû hatibûn nivîsandin. Min bi almanî hîç nizanîbû, lê dema min dît îngilîzî jî nivîsandiye, di cih de çavên min ziq li wan nivîs û karîkaturên derbarê jenosîda cihûyan de bûn aliqîn. Dema min karîkaturek gelekî sade dît, bi min zêde nas hat. Rewşa miletê min hat bîra min. Di karîkatur de, zilam û kûçikek hatibû xêzkirin. Dixwazin di deriyekî re derbas bibin. Li ser derî wisa nivîsandibû: CIHÛ Û KÛÇIK NIKARIN TÊKEVINÊ! Paşê pirsek hebû; KÛÇIK ÇIMA? Di wê kêlîkê de min li derdora xwe nerî û çavên min tijî bûn. Qirçînî ji diranê min hat. Lê min di zarokatiya xwe de soz dabû xwe ku ez ê xwe bernedim û li hemberî hovîtiyê tu caran stû neçimînim. Seyîd Rizo hat bîra min û gelek lehengên min ên din… Li gelek bajar û navçeyên Tirkiyeyê jî heman tişt hatibûn nivîsandin: Kurd û KÛÇIK nikarin têkevinê! Min dijminahiya li hember cihû û kurdan fam kiribû, lê gelo kûçik çima?
Bi pirsa kûçik çima? Ez ketim hundirê qesrê.
Li hundir qesra êdî kiribûn muzexaneya şermê, hemû tiştên wê rojê hatine rojevê û hatine plankirin yek bi yek ji hemû kesî re hatibûn eşkerekirin.
Di sala 1942’yan de bi sernavê “Çareseriya Mayînde ya Gelemşeya Cihûyên li Ewropayê” konferansek tê lidarxistin. Amadekariya konferansê ji aliyê alîkarê sereke yê serokê SS Heinrich Himmler, ji aliyê Reinhard Heydrich ve hatiye kirin û 15 kesên sereke ji bilî SS ên endamê hikumetê beşdar dibin.
Bi hemû awayan mirin! Biryarên ku hatine girtin rê li ber vê yekê vekirine. Her çiqas jenosîda cihûyan dest pê kiribû jî li Qesra Konferansê ya Wannseeyê êdî biryarên tund tên girtin û bi aşkereyî her tişt diqewime.
Dema li qesra kirine muzexane digeriyam, li ber wêneyekî sekinîm û vê hevokê bala min kişand. Li binê wêne ev nivîsandibû; Hitler ku her dem cilên leşkerî li xwe dikir, ji bo wê civînê cil û bergên sivîl li xwe dike û tê civînê. Yanî mîna bibêje, ev ne biryar û kiryarek leşkerî tenê ye.
Heta ji nava qesrê derketim gelek caran ji Almanya, Polonya û Awistiryayê ji nişke ve min xwe li Kurdistanê didît. Dîmenên qetilkirina cihûyan gelekî dişibiya ya kurdan li Geliyê Zîlanê.
Bi wê tevliheviyê ji wê qesrê derketim. Heta Kolokyûma Wêjeyê ya Berlînê dîsa ber û berê Wannseeyê hatim. Di vegerê de di ber mal Max Liebermann ê hunermend re derbas bûm. Min nexwest wê rojê li derê wî bixim û jê re bibêm; Ho hêjayo! Ka di heman kevalê de çîrokên sedsalekê bicih bikî…
Heta min xwe gihand Kolokyûma Wêjeyê ya Berlînê dîsa pêrgî berlîniyên li perê avê hatim. Piranî şên, bi kûçikên xwe re derketine ger û geştê, henekan dikin, bi aramî dijîn.
Li perê avê, li ser paldankekê rûniştim û min li Wannseeyê, şêniyên wê derê û xwezaya xweşik nihêrî. Bişirîm, dilê min xweş bû. Zaro û neviyên wan kesên biryara jenosîdê dabûn, lêborîn ji cihûyan xwestibûn. Her bîreweriyek wan kesên cangorî li her derê dabûn pêş û rêz digirtin. Bi kûçikên xwe re jî şên bûn.
Tiştê dilê min xweş kir guherîna civakî ya almanan bû. Xeta û xeletiyên ku hatine kirin qebûl kirine û ev yek tiştê herî zehmet e. Wan ji bo carek din heman xeta neyên kirin gelek tişt kirine. Ev yek hêjayî pesindayînê ye. Li ser her kolanê ev yek kirine. Bîreweriyên cangoriyên cihû li her derê dane pêş. Wêrekî ye ev yek.
Bi wan ramanan û xweşiya veguhezîna civaka almanan ya bi xweşî û şarezayî ez vegeriyam Kolokyûma Wêjeyê…


