Qamişlo
6'emîn Mîhrîcana Kurteçîrokan ku di navbera 6-9'ê mehê li dar ket bi merasima xelatdayînê bi dawî bû.
Mîhrîcan ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriye ve hat lidar xistin. Li rojên mîhrîcanê de de 17 çîrokên kurdî hatin xwendin. Bi dehan nivîskar û helbestvanên kurd di dema mîhrîcanê de amade bûn. Di mîhrîcanê de çîroknivîskar Fatma Ehmed bi çîroka xwe "Ezê werim mal" bi ser ket. Êvara 9'ê mehê bi merasimek plaketa sipasiyê û diyariya çîroka serketî li beşdaran hat belavkirin.