Ne bo nivîsandinê, afirandinê, amadekirinê; bo pêşandanê, xuyabûyînê, bazarkirinê wekî ya hemû netew û zimanan pêdiviya wêje-hunera me jî bi paytexteke heye!
Min got ne bo nivîsandinê, afirandinê, amadekirinê; bo wê yekê pêdivî bi paytextekê nîn e, çi ku nivîskar-hunermend dikare li serê çiyayekî jî, li ber keriyê pezekî li şivaniyê jî, li mala xwe di odeya xwe ya ne luks de jî, di dikan, di rêwîtiya bi dolmişekê, li çayxaneyekê jî dikare binivîse, tevna hunera xwe bihone…
Loma paytexta divê ne bo wê bo xwe nîşandayîna wêje-hunerê ye…
Çi ku paytextek qasî asta wêje-hunerê nebe jî lê di rewşa îroyîn a şaristaniyê de di pêşketina wêje-hunerê de, bo îmaj û prestîja hunermend-nivîskar cihekî girîng digire; wekî bazar, xwe pêşandan, derfet, bi awayekî berçav di wîtrîn û bîlbordanda xuyabûyîn, xwe gihandina kiriyaran, girseyan bes dikare bi hebûna paytexteke hunerê pêkan be.
Helbet paytexteke bi serjimar, mekan, bi derfet û wekî bazarek mezin bo nivîskar-hunermend jî divê, lê ew ne bo afirandinê, nivîsandinê ew bo nivîskar-hunermend karibe di nav xirecira mîlyonan de xwe veşêre, di nav wan de be lê ne xuya be, karibe wekî her mirovê ji rêzê bi aramî, rehet bigere, çavdêriyê bike, hilmekê bistîne û mêjûyê xwe şarj bike…
Qey dibêm bo hunermend di nav bi mîlyonan mirovan de jî tenetiyê xweştir kêm xweşî hene…
Helbet Amed heye, di hewldana paytextbûyînê de ye, kiras-mîsyonekî wisa lê tê kirin, balam!
Sûra xwe jî heye, kevnare ye, dîwar, kavil û xirbeyên dîrokî, ji nijad, ji qewm û çandên din, bo peyarêyên wê gav bikî guncav e lê çi qas bigerî jî bigere ji wan qewm, nijad û çandan rastî kesekî nayê, loma kevir û dîwar bi serê xwe têrê nakin!...
Metrepol e lê ne kozmopolît e, ji kê bipirsî dolmişa filan gundî ji ku radibe herkes dizane!…
Derfetên kar tune ne, loma biyanî xwe lê nagirin, dengê zimanên din, rûyên biyanî bi ber çavan nakevin!...
Dewlemendên xwe yên xwedan mîlyonan hene lê bûrûjivayeke xwe tune, xwe nîşandana zengîniyê bi AUDÎ’yan, bi BMW’yan diyar dibe lê ne bi çûyîna şanoyê, bi kirîna kevalekê, bi kirîn û xwendina pirtûkeke bi zarê wî bajarî…
Erê dewlemend in, lê ne bûrûjiva ne loma razemeniyê bo çêkirina avahiyeke şanoyê, sînameyê, pêşengehekê nakin, bo lêkirina bînayeke neh-deh qatî dikin an jî bi îhaleyeke dewletê li ser piyên xwe dimînin; mitehît in, di mijara kurdî de ji siya xwe ditirsin, jê nayen çend papêlan bidin bo pirtûkeke bi kurdî…
Bi navê şanoyê bajêr komek heye lê eywanek şanoyê lê bilîzin tunê, hol û eywaneke lê pêşengeha şêwekaran lidar bikeve tunê. Dibe çend eywanên sînemayan hebin lê têra festîvaleke fîlman li bajêr bi rêve biçe eywan tune ne, eywanên gotûbêjan kêm in, pirtûkxaneyeke bajêr tunê, dengê maatbayayan jê tê lê weşanxane pirtûkên xwe li Stenbolê didin çapê, çi ku bi wê teknolojiyê li baêjr çapxane tune ne. Mûzîkjenên lê dijîn hene lê prodoksiyonên kilamên wan tomar bikin û li welêt belav bikin tunê ne, loma ew jî berê xwe didin Stenbolê…
Zanîngeh, mûze, medya û hwd…!
Organîzasyoneke ku pêşengeha pirtûkan li dar bixe tunê loma ger Tuyap’a tirkan teşrîf bike dike ger neke, dimîne bihareke din…
Tevî fûarên çandî, wêjeyî, hunerî ger fûarên li ser aborî, bazirganiyê û teknolojiyê li bajarekî nebin dînamîzm kêm e, ew jî jixwe qet tunê…
Bo ev tişt bibin divê desthilatek me hebe, divê brûjûvayeke netewî hebe ew jî tune; ger ew tune bin ew tiştên li jor jî nayen ba hev, pêk nayen…
Qasî dibînim çend bajarên me yên wekî Silêmanî, Hewlêr, Duhok, Wan, Mêrdîn, Êlîh, Qamişlo xwe ji wê payeyê re radikşînin, lê ji ber rewşa me ew hê nikarin xwe ji qalibê ‘zarava û parçe’yî xilas bikin.
Bo bakur, gorî xwe dibêjim çendîn Mêrdîna kevn xweştir be jî lê potansiyelê Amedê zêdetir e.
Ne ku kor im û ji sedem, asteng û faktorên din bê hay im; erê rewş, şert û mercên me-Amedê ev in, diyar in! Mixabin, di vê hewldanê de ev barê giran bêyî piştevaniyeke siyasiyan û mitehîtan maye li ser pişta weşanxane, pirtûkfroş û komeke şanoyê yên ku derfetên wan li ber çavan in!
Vê jî bêjim; bo bajarek bibe navend-paytexta hunera welatekî-netewekê ne şert e ew paytext di heman demê de paytexta siyasî jî be! Şertên paytextbûna bajarekî bo hunerê bi min ev in, ‘potansiyelê aboriyê, hebûna çîneke brûjûva-xwende-hunerhez, hebûna dezgehên bazirganiyê, teknolojiyê, perwerdeyê û hwd.
Bo wê, bi min di van şertan de gotina Amed paytext e; qest ji paytextê bo mijara me hunerê dibêm, ji wê demê re hê pir heye; pir kêm e, pirrr…