logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  4. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  5. KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin
news-details

Stranbêjekî ku kêm tê nasîn; Reşîdê Baso

Ew di sala 1926’an de li gundê Keleşbega li herêma tahlînê, li alî Ermenistanê, di malbateke êzidî de ji dayik bûye.

  • Dîrok: 11/04/2020
  • Beş: Serbest

Segvan Şingalî

Ew di sala 1926’an de li gundê Keleşbega li herêma tahlînê, li alî Ermenistanê, di malbateke êzidî de ji dayik bûye.

Reşîd di sala 2006’an de di hevpeyvînekê de ji Derwêşê Serhedî re gotibû kû ‘pêşiyên me ji Dûtaxa Agiriyê hatine Qersê, ji wê derê jî, ji ber zilm û zora Roma Reş a li ser gelên êzidî û ermen derbasî alî Sovyetê bûne.’

Gelên koçber ji wê zilm û zordestiyê bi tenê canê xwe xelas dikin. Hinek tên kuştin û hejmarek kêm jî derbasî Komarên Ermenistan û Gurcistanê dibin. Belê ew ji tevkûjiyeke dîrokî rizgar dibin. Di salên destpêka koçberiyê de êzidî jiyanek sext û dijwar dijîn. Ji ber ku ola wan êzidiyatî ye, qedera wan jî tev li bextê gelê ermen bûye. Reşîd di sala 1946’an de dizewice.

Ji ber hestên wî yên niştimanî, azadxwazî û kurdewarî, di dema desthilatdariya Stalîn de Reşîd tê mişextkirin û şeş salan li  Sîbîryayê dimîne. Bi mirina Stalîn re vedigere Ermenistanê.

Piştî salên 60’î reşîd diçe Radyoya Rewanê û dengê xwe yê germ di serê Çiyayê Agirî re derbasî welatê bav û kalan dike. Di radyoyê de Reşîd bi dengbêjên mîna Şeroyê Biro, Karapetê Xaço, Efoyê Esed, Dawidê Xelo, Memoyê Silo, Egîdê Têcir û dehên din xeml û rewşa civata dengbêjên kurd digîhînin asteke herî bilind. Di radyoyê de ew dibin nûnerên nasnameya muzîka kurdî ya resen. Stranên ku Reşîd û hevalên xwe di Radyoya Rewanê de digotin, nîşaneya xerîbî û xûrbetiyê bûn û bêhna welêt û axê jê dihat.

Ferqa Reşîdê Baso ji hinek dengbêjên din ew bû ku wî piraniya stranên gotiye bi xwe afirandine û  hin stranên wî jî hin hunermendên din gotine. Stranên mîna Felekê, Peyayo, Delal Ha Delal û hwd. Hunermendên mîna Şemdîn û Dilovanê kurê wî di berhemên xwe de stranên Reşîd gotine. Bila neyê jibîrkirin ku her dengbêjekî ji nav me koç dike arşîveke dewlemend jî bi xwe re dibe nav axa sar û ew kaniya stran û zanînê bi wan re dimiçiqe.

Hewce ye ku dema dengbêj hêj sax in arşîvên wan bên çekirin û stran û zanînên wan bên tomarkirin. Li ser wan berhem bên nivîsandin û çêkirin.

Her wiha Reşîd di jiyana xwe de gelek belengazî û feqîrî dîtine û ji bo debara malbata xwe 43 salan di kargehan de xebatiye. Di sala 2003’yan de ji bo çareseriya nexweşiyê diçe Ewropayê. Heta mirina xwe li wir dimîne.

Belê, hezar heyf dengbêjê nemir û kaniya stranên kurdî ya mezin û resen di 12’ê nîsana 2006’an de li Astanbroka Almanyayê koça dawî kir.

Ji hejmara 16'an a rojnameya Xwebûnê hatiye girtin

Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 08 06 2026

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

news
  • 06 06 2026

Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

news
  • 02 06 2026

QEREÇÎ; Aşiq-Roman-Çingene

news
  • 01 06 2026

Muzîk, Hişê Çêkirî û Kurdî: Li ser van mijaran çend gale gal

news
  • 30 05 2026

Çûyîna Bavo ya Hecê!

news
  • 25 05 2026

Di 'Dirindeyên Hesinî' de helbest, hêma, sembol û tiştên din

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

"Veracêrkerdena Gramerê Zazakî û Kurmancî"

ad

'Tarîxa Dewleta Kurdan' parçeyek dîroka kurdan ronî dike

ad

RSF'ê ji bo Firat daxuyaniyeke weşand

ad

Ji bo hefteyekê fîlmên kurdî li Berlînê ne

ad

Ji ber 'Peyama siyasî' ceza dan Guardiola

ad

750 rêxistinên sivîl bersiva agirbestê xwestin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname